SES: Wezareta Tenduristiyê dengan ji bo desthilatdariyê kom dike

img
AMED / WAN - Şaxên SES’ê yên AMED û Wan, diyar kirin ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê bûye amûrê siyasetê û gotin: “Xebatkarên Wezaretê dibin navê ‘serdanên malan de’ yek bi yek li malan digerin û dengan ji bo desthilatdariya AKP’ê kom dikin.” 
 
Şaxa SES’ê ya Wanê, derbarê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ku bûye amûrê siyasetê û dibin navê  ‘serdanan malan de’ ji bo desthilatdariyê dengan kom dike, civîna çapemeniyê lidarxistin. Civîn li avahiya sendîkayê pêk hat û Hevseroka Şaxê Fatma Arslan daxuyanî da. Arslan, diyar kir ku qenciya xizmeta civakî, ne depoya komkirina dengan a qadên alîkariya civakîne. 
 
‘BÛYE AMÛRÊ HILBIJARTINÊ YÊ AKP’Ê’
 
Arslan, anî ziman ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê bûye amûrê AKP’ê û ji bo hilbijartinê dengan ji desthilatdariyê re kom dike. Arslan, da zanîn ku rayedarên Wezarêtê sûc dikin û wiha got: “Em ê şopdarê vê mijarê bin. Em ê derbarê rayedarên bi gef û şantajan fermanê didin xebatkaran serlêdana sûc bikin.”
 
AMED
 
Şaxa SES’ê ya Amedê jî li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê pêk anî û got: “Wezaret personelan ji bo armancên cûda bi kar tîne. Hevseroka Şaxa SES’ê Gonul Adibellî di civînê de axivî û wiha got: “Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, hemû derfetên xwe kirin amûrê propagandeya hilbijartinê ya ji bo AKP’ê. Bi fermanan kom avakirin û mal bi mal digerin û dengan ji bo AKP’ê kom dikin. Emê derbarê rayedarên Wezaretê de serlêdana sûc bikin. Rayedarên wezaretê bi gef û şantajan qadên xizmetê dikin amûrê deng komkirina AKP’ê. Em bang  li welatiyan dikin ku mafê xwe biparêzin û xwedî mafê xwe derbikevin.”