Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê

img

DÎLOK – Li Dîlokê, galerîvanan diyar kir ku ji ber zêdebûna qûra dowîzî û nediyariya pêşeroja welat karê wan nabe. Galerîvanan got: “Rewşa me niha ne kêmî ya Sûriyeyê ye. Gel ditirse û dibêje ‘gelo dibe ku em jî bibin wekî Sûriyeyê?’” 

Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, nêzî 500 galerîvanên otoyê diyar kirin ku ji ber zêdebûna qûra dowîzî û nediyariya pêşeroja welat karê wan nabe. Esnaf Huseyîn Guçlu, bi lêv kir ku li welat krîza aborî heye û got: “Rewşa me niha ne kêmî ya Sûriyeyê ye. Gel ditirse û dibêje ‘gelo dibe ku em jî bibin wekî Sûriyeyê?’” 
 
‘KRÎZEKE MEZIN HEYE’ 
 
Guçlu, destnîşan kir ku di her sektorê de krîz heye û giranbûna piyaseyê ji ber hikûmetê ye. Guçlu bal kişand ser zêdebûna fiyetên sotemeniyê û zêdebûna qûra dowîzî û got, 4 mehin wî wesayît nekirîne û nefirotine. Guçlu, diyar kir ku wî ji bankeyan kredî kişandiye, lê belê nikare bide. Guçlu got: “Esnaf hemû perîşan bûne. Eger wisa bidome dê gel top bavêje. Ev ne krîzeke wisa biçûk e, krîzeke gelek mezin e. Cara ewil ez bi krîzeke wisa re rû bi rû dimînim.” Guçlu, diyar kir ku dewletê di destpka sala 2018’an de bac û ceza zêde kirine û dewlet debara xwe bi bêrîka gel dike. Guçlu, destnîşan kir ku rewşa piyaseyan qet enbaş e û der barê pêşerojê de pir hêviya wî tune ye. 
 
Cezayîr Demîrag jî, diyar kir ku zêdebûna qûra dowîzî gel ditirsîne û ji ber vê gel ditirse veberhênaniyê bike. Demirag, anî ziman ku gel alvêrê nake û ji ber vê di piyaseyê de pere tune ye. Demirag got, gel pereyê xwe dide dowîzan û got: “Dema gel wesayît an jî malê dikirin pere li pereyên xwe zêde nakin, lê niha dowîz pereyan dide qezenckirin.” Demîrga bal kişand ser rewşa galerîvanan û got: “Niha em heftê ancax du wesayîtan difiroşin. 2-3 sal berê dema dowîz kêm bûn, me heftê 5 wesayît difirotin.” 
 
 
‘DÊ TIRKIYEYÊ BIBE WEKÎ SÛRIYEYÊ?’ 
 
Esnafê sîteya galerîvanan Muhammed Tûtûş jî got: “4 mehin rewşa karê me ne tu rewş e. Bê serfetih em dikanê digirin. Niha em pereyên xwe yên ku me berê dabûn ser hev dixwin. Wesayît nayên firotin. Em deynên xwe yên krediye bi kişandina hin krediyên din didin. Eger rewş wisa be em ê dikanên xwe bigirin. Niha krîzeke mezin heye. Mirov pereyên xistine dowîzan. Tirsa mirovan ew e ku Tirkiye jî bibe wekî Sûriyeyê.” Tûtûş, diyar kir ku ew nizanin dê rewşa aboriyê baş bibe yan na, lê belê divê kesên dewletê bi rê ve dibin vê yekê zanibin û got: “Rayedarên aboriyê dibên krîz tune ye, lê krîz heye.”