Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve

img
STENBOL - Berdevkê Meclisa Kedê ya HDK'ê ya Stenbolê Şiyar Şevlî diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşmeya "Ji bo nan û aştiyê  azadî" li Qada Taksîmê bin û got: "Îro pirsgirêka azadiyê û daxwazên aboriyê du parçe ne ku ji hev nayên veqetandin."
 
Ji 1'ê Gulanê Cejna Karkeran re ku di vê rojê de karker li çar aliyê cîhanê dadikevin qadan û daxwazên xwe diqîrin, hindik ma. Bi vê boneyê li Tirkiyeyê jî sendîka û konfederasyon amadekariyên xwe didomînin. Ji navendên herî girîng ên pîrozbahiyê yek jê jî Stenbol e. Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) piştî 11 salan wê 1'ê Gulanê dîsa Qada Taksîmê bê pîrozkirin.
 
Berdevkê Meclisa Karkeran a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şiyar Şevlî der barê 1'ê Gulanê de ku wê bi dirûlmeya "Ji bo nanû aştiyê azadî" bê pîrozkirin, axivî. 
 
GIRÎNGIYA QADA TAKSÎMÊ
 
Şevlî diyar kir ku her çend Qada Taksîmê ji bo çîna karkeran xwedî girîngiyeke dîrokî be jî ev yek pêdiviyek e. Şevlî pîrozbahiya sala 1977'an bi bîr xist û got: "Wekî tê zanîn di sala 1977'an de, li gor hejmarên fermî 37, lê 41 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 200 kes jî hatin birîndarkirin. Pişt re darbe pêk hat û rejîma cûntayê Qada Taksîma ku bûbû sembola karkeran, li ber karkeran qedexe kir. Lê piştî salan, di sala 2010'an de nêzî milyonek karker daketin Qada Taksîmê û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Lê paşê dîsa hatq edeekirin." 
 
‘DÎROKA AKP-MHP'Ê DÎROKA KOMKUJIYA KARKERAN E'
 
Şevlî ku dîroka desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan wekî "Dîroka komkujiyên karkeran" şîrove kir, wiha got: "Em dizanin ku desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan ev 10 sal in bi tifaqa MHP-Ergenekonê dewam dike. Ev tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê polîtîkayeke çewisandinê meşand. Bi vê xwest civakê bitepisîne. Li hemberî vê yekê hêzên ked û demokrasiyê û pêkhateyên şoreşger jî, hem di hilbijartinê de hem jî li kolanan daxwazên xwe anîn ziman û qîriyan." 
 
Şevlî bal kişand ser komkujiyên karkeran û binpêkirina mafên karker û ekdkaran û got: "Çavkaniyên sereke yên welêt û xweza bi temamî tê talankirin." 
 
Şevlî bi bîr xist ku di vê heyamê de karker û kedkar li welat di bin bandora krîza aborî de 1’ê Gulanê pîroz dikin û got: “Wekî hûn jî dizanin îro li welat rejîmeke şer serdest e. Ji ber ku ev rejîma şer bi rêbazên 'faşîst' êrişan pêk tîne, bandorên giran li aboriyê jî dike û di vê heyamê de polîtîkayên meaşê kêmtirîn li civakê ferz dikin ku bi vî awayî jiyana xwe bidomînin. " 
 
BANGAWAZÎ
 
Şevlî destnîşan kir ku karker û kedkar û bi taybetî hêzên ked û demokrasiyê wê di 1'ê Gulanê de bi dirûşmeya "Ji bo nan û aştiyê re azadî" li Qada Taksîmê bin û wiha bang kir: "Gava em mêze dikin, daxwaz û pêdiviyên bingehîn çi ne, em dibînin ku meseleya azadiyê û daxwazên aboriyê ew parçe ne ku ji hev nayên veqetandin. Ji ber vê yekê Qada 1'ê Gulanê ya Taksîmê ew qad e ku divê bê bidestxistin. Li ser vî esasî em ê jî li bendê bin ku hemî hêzên kedê û gelê me bên Taksîmê." 
 
MA / Îbrahîm Irmak