Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye

STENBOL - Li Stenbolê wê cihê 1'ê Gulanê Qada Taksîmê be. Nûnerên sendîkayan bang li hemû beşên civakê kirin ku li Taksîmê daxwazên xwe bînin ziman.
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) amadekariyên pîrozbahiya 1'ê Gulanê dikin ku wê li Qada Taksîmê bê pîrozkirin. Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettîn Arslanoglû û Serokê Giştî yê Dev Yapî-Îşê Nîhat Demîr, bang li hemû karkeran kirin ku bên Qada Taksîmê. 
 
NAVNÎŞANA PÎROZBAHIYAN TAKSÎM E
 
Arslanoglû got ku karkerên li Tirkiyeyê bi “qirkirina aboriyê” re rû bi rû ne. Arslanoglû diyar kir ku pirsgirêkên karkeran ne tenê aborî ye got ku li Tirkiyeyê her roj cînayetên karkeran pêk tên û her roj 5 karker dimirin. 
 
Arslanoglû diyar kir ku piştî 11 salan ew ê bên Qada Taksîmê û destnîşan kir ku ew wekî DÎSK'ê tu qedexe û astengiyan nas nakin. Arslanoglû got: "Qada Taksîmê ji bo çîna karkeran cihekî dîrokî ye. Di 1'ê Gulana 1977'an de Qada Taksîmê di nava xwînê de ma. Ji ber vê yekê Meydana Taksîmê ji bo çîna karkeran bû cihekî sembolîk. Me Walîtiya Stenbolê û Wezîrê KArên Navxweyî agahdar kirin ku em ê li Taksîmê bin. Ev agahî ne ji bo destûrê bû. Em ê rasterast biçin Taksîmê. Ji bo vê pêdiviya me bi destûr an jî biryarekê tune ye."
 
Arslanoglû ku di 1'ê Gulanê de hemû kedkar û kedkaran vexwend Taksîmê, wiha domand: "Li Tirkiyeyê demokrasî roj bi roj paşde diçe û li cihên ku rêxistinbûna karkeran heye karker ji kar tên avêtin. Para ku kedkar ji pasteyê digirin her diçe kêm dibe. Ji ber vê yekê jî "1'ê Gulanê ji bo têkoşîna demokratîk rojeke gelekî girîng e. Em li benda gelê xwe û kedkarên xwe ne ku 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê bin."
 
WÊ KARKER DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN
 
Demîr got: "Ji bo ruhê 1'ê Gulanê bigihê van rojan bedelên mezin hatin dayîn. Mixabin di vê têkoşînê de gelek hevalên me şehîd bûn. Girîng e ku di 1'ê Gulanê de têkoşîn û felsefeya wan were meşandin." 
 
Demîr destnîşan kir ku karketer ne tenê bi pirsgirêkên aborî, di heman demê de bi pirsgirêkên nasname û baweriyê re jî rû bi rû dimînin û êrişên nîjadperest ên kurd û elewî rastî wan tên bibîr xist. Demîr got: “Kurd li her derê, li kar û kolanan tên vederkirin. Ciwanên kurd her tim li înşaetan tên lînçkirin. Jin li kolanan û li cihê kar rastî destavêtinê tên. Ji ber vê yekê her kesên ku li Tirkiyeyê dijî pirsgirêkeke wan a mezin heye. Em nikaran bi tena serê xwe ji heq van pirsgirêkand erkevin. Lewma em dikarin vê peyamê li Taksîmê bidin."
 
Demîr anî ziman ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin û hemû karker û kedkaran vexwand Qada Taksîmê. Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin. Li dijî bêedaletî û kedxwariya bı salan em ê li wê qadê bin. Werin em li dijî krîzê, li dijî xizaniyê, li dijî wêrankirina xwezayê li Taksîmê bicivin." "