Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike

img
STENBOL - Ji bo ATM’ên Bankan piştî cejnê serdemeke nû dest pê dike. Êdî li ATM’an banknotên 10 û 20 TL nayên bikaranîn. 
 
Enflasyona bilind a li Tirkiyeyê tevî gelek qadên jiyanê, bandor li sektora bankavaniyê jî kir. Ji ber ku lîreyê tirkan roj bi roj bêqîmettir dibe, biryar hate dayîn ku êdî li ser Perekişandina Otomatîk (ATM) banknotên 10 û 20 TL neyên bikaranîn. Êdî dê welatî li şûna banknotên 10 û 20 TL, yên 50,100 û 200 bi kar bînin. Hat zanîn ku biryara bankan dê piştî Cejna Remezanê bikeve meriyetê.