Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin

img
EDENE - Şaredarê Ceyhanê yê CHP’î Kadîr Aydar ku mazbataya xwe wergirt, 287 kes ji kar derxist. Karkeran bertek nîşan dan û gotin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de namzetê CHP’ê yê navçeya Ceyhan a Edeneyê Kadîr Aydar bi ser ket. Aydar, demekî kin piştî wergirtina mazbataya xwe 22 jê yên kadro 265 xebatkarên şîrketa şaredariyê ji kar derxist. Endamên Genel-Îşê yên girêdayî DÎSK’ê piştî peyama bi rêya telefonê ji wan re hatiye şandin ji rewşê haydar bûn. 
 
'287 KARKER JI KAR HATIN DERXISTIN’
 
Kadîr Ayder di sala 2019’an de jî hatibû hilbijartin lê ji ber dozên “Gefa bi çekan” û “Çeka bêruxset li cem xwe gerandiye” di adara 2020’an de ji peywirê hatibû girtin û meclisa şaredariyê li şûna wî Hulya Erdem hilbijartibû. Aydar, beriya hilbijartinên 31’ê Adarê soz dabû ku dê karkeran ji kar dernexîne. Lê çawa ku dest bi peywira xwe kir, di 6’ê nîsanê de 287 karker ji kar derxist. Karkeran jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan dan gotin ku ji bo mafên xwe bi dest bixin dê heta dawiyê têbikoşin.