Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!

img
ENQERE - Meclisa Kedê ya HDK’ê xwest ku kesên di şewata li Beşîktaşê de ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û di cînayetên kar ên din de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û cezakirin. 
 
Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî şewata li kulubeke şevê ya li Beşîktaş a Stenbolê ya di 2’yê nîsanê de ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û cînayetên kar ên di demên dawî de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankata “Êdî bes e! Em cînayetên kar û komkujiyên karkeran bidin sekinandin” hate vekirin. Gelek caran dirîşmên “Bijî piştevaniya çînan” û “Cînayetên kar polîtîk in” hatin berzkirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Meclisa Kedê ya HDK’ê Yilmaz Yildirimci ve hate xwendin. 
 
‘TU TEVDÎR NEHATIN GIRTIN’
 
Yildirimci got ku mirinên li kuluba şevê ya li Beşîktaşê qeza yan jî qeder nîne û wiha got: “Xwediyên kargehan û sermayedar ji bo karê xwe rê li ber cînayetên kar vedikin. Dema li kargehan tadîlat tê kirin tu tevdîr nayên girtin. Ji van mirinan rêveberiyên herêmî, Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî û xwediyên kargehan berpirsyar in. Divê teqez li pêşberî hiqûqê hesab jê were pirsîn.” 
 
SEDEMA MIRINA ‘ÇAVSORIYA QEZENCÊ YE’
 
Yildirimci, diyar kir ku sermayeya dewlet piştgiriyê dide wan ji bo bêhtir qezencê bi dest bixe tu nirxan nas nake. Bi domdarî Yildirimci krîza aborî bi bîr xist û got ku kedkar neçarî 17 hezar TL’an hatiye kirin ku di bin sînorê birçîtiyê de ye. Yildirimci, da zanîn ku karker di nava şert û mercên koleyan de tên xebitandin û wiha domand: “Patron ji bo bêhtir qezenc bikin ji tenduristiya karkeran û ewlehiya kar re tu mesrefê nakin û ev jî rê li ber qetlîaman vedike.”
 
DI 3 MEHÊN EWIL ÊN SALÊ DE 450 KARKER MIRIN
 
Bi domdarî Yildirimci daneyên Meclisa Tenduristî û Ewlehiyê (ÎSÎG) parve kir û da zanîn ku di sala 2023’yan de hezar û 932 karkeran, di 3 mehên ewil ên 2024’an de jî 450 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Yildirimci, got ku di rewşa heyî de tu ewlehiya can a karkeran nema ye û qadên xebatê veguherîne cihên komkujiyan. Yildirimci, wiha bi dawî kir: “Divê karker û kedkar xwe birêxistin bikin û bi tu awayî van şertên koletiyê qebûl nekin. Divê em bi pêşengtiya pisporên tenduristiya karkeran û ewlehiya kar û di çarçoveya rêvebernameyan de têkoşîna xwe ya li kargehan mezin bikin. Ji bo wezaret û rêveberiyên herêmî berpirsyartiya xwe bi cih bînin, divê em têkoşîna xwe ya demokratîk û hiqûqî mezintir bikin. Divê raya giştî bizane ku divê di serî de şewata ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dayîn, di hemû cînayetên karkeran de berpirsyartiya kê hebe divê derkevin pêşberî hiqûqê û bên cezakirin. Em, karker û kedkar dê li pey berpirsyaran bin.”