Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin

img
SÊRT - Şêniyên Sêrtê diyar kirin ku di meha Remezanê de ji ber krîza aborî nikarin mêvanan biezmînin û gotin ku ji bo cejnê tu tişt nekirîne. Welatiyan bilêv kir ku berpirsê vê rewşê Serokkomarê AKP'î Erdogan e. 
 
Krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe. Ji ber ku krîz kûrtir dibe, welatiyên ku quweta wan a ku tiştekî bikirin tune ye, ji çarşî û bazaran destvala vedigerin. Li Sêrtê welatiyan bilêv kir ku ji ber krîzê nikarin ji bo Cejna Remezanê tiştekî bikirin û gotin ku berpirsê vê rewşê jî desthilat e. 
 
‘DU SAL IN NIKARIM KINCAN BIKIRIM'
 
Ji welatiyan Omer Dogrûsever diyar kir ku meha Remezanê pir zehmet derbas kirine û got ku meaşê wan ê malnişiniyê têra wan nake û got: "Bi 10 hezar TL meriv çawa dikare debara xwe bike? Tu diçî bazarê, nêzî hezar TL diçe. Em ê çawa danûstendinê bikin? Di meha Remezanê de min tenê karibû 2 kîlo goşt bikire. Berê meha Remezan hinekî baştir bû. Qet nebe me dikarîbû danûsteninê bike. Lê niha em nikarin tiştekî jî bistînin."
 
NIKARIN MÊVANAN BIEZMÎNIN'
 
Muhammet Kaya anî ziman ku Cejna Remezanê nêz bûye lê nikarin tu tiştî bikirin û got: "Em di vê mehê de ne dikarin mêvanan biezmînin ne jî gotş bikirin. Di navbera Remeznaên berê û ya niha de pir ferq heye."  Kaya destnîşan kir ku sedema vê yekê polîtîkayên şaş ên desthilata heyî ne. 
 
Nezîr Yilmaz jî anî ziman ku kîloya goşt bûye 500 TL û wiha got: "Em ê çawa bikirin?" Yilmaz bilêv kir ku nikarin mêvanan jî biezmînin û bal kişand ser bihayên tiştan.
 
Aydin Oguz diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Tu dixebitî, lê tu hezar TL'Yî didî bi kîsikekî. Têra malê jî nake. Em ê çawa debara xwe bikin. Min di vê Remezanê de tenê carekê gotş kiriye. Ew jî goştê mirîşkan. Em dikarin ji bo ceyjnê tenê kîloyekl şekir û çend kîlo şîranî bikirin. Derfeta me ev qas e." 
 
Ogûz destnîşan kir ku sedema krîza aborî Serokkomarê AKP'î Erdogan e û got: "Qoltixa wî xweş e, dibêje 'quşxaneya xwe biçûk bikin.' Em ê çi biçûk bikin!" 
 
Tekîn Delî anî ziman ku ev nêzî 30 sal in li Stenbolê dijî lê ji ber krîza aborî vegeriyaye bajarê xwe Sêrtê û wiha got: “Pirsgirêka debarê ya li vir hema bêje wekî ya Stenbolê ye. Bihayên li vir wekî yên li Stenbolê ne. Her tişt pir biha ye. Ez nizanim mirov ê çawa debara xwe bike."
 
Delî diyar kir ku pêlavên ku di cejnên berê de bi 300 TL dikirî niha bi 3 hezar TL'yî ne û got ku ew dixwaze rojek berî rojekê Erdogan biçe. 
 
Mustafa Eleç jî ku got "Em nikarin li gor dilê xwe danûstendina cejna Remezanê bikin" wekî çareserkirina krîza aboriyê jî îşaret bi hilberînê kir. 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel