Dema gulîk û kerengên hat

img
AMED - Dema gulîk û kerengên ku li Kurdistanê pir tên heskirin hat. 
 
Gulîk û kerengên li Kurdistanê pir tên heskirin şîn bûn û li gelek deveran tên firotin. Kerengên ku herî zêde li derdorê Qerejdaxê şîn dibin û gulîkên herî zêde li deşta Mûşê tên komkirin li gelek deverên Kurdistanê tên firotin. Kîloya kerengan ji 100 lîreyan, ya gulîkan jî ji 50 lîreyan tên firotin. Hat dîtin ku gel wekî berê nikare kerengan bikire. 
 
Firoşkar Recep Yuntem destnîşan kir ku gel ji ber bihabûnê nikare kereng û gulîkên bikire.