TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir

img
ENQERE - TUÎK’ê daneyên enflasyonê yên meha adarê parve kir û got ku enflasyona mehane ji sedî 3,16 û ya salane jî ji sedî 68,5 e. ENAG’ê jî enflasyona salane weke ji sedî 124,63 hesab kir. 
 
Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha adarê eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê enflasyon di meha adarê bû ji sedî 3,16 û ya salane jî bû ji sedî 68,5. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî daneyên xwe yên enflasyonê yên meha adarê eşkere kir. ENAG’ê da zanîn ku di meha adarê de Endeksa Bihayê Mezexêr (E-TUFE) ji sedî 5,68 zêde bûye. E-TUFE ya salane jî weke ji sedî 124,63 hate hesabkirin.