Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e

img

STENBOL - Li Stenbolê welatiyan diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin bertek nîşanî polîtîkayên desthlata AKP'ê yên şer û aboriyê dan. 

Polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê krîza aborî ya li welêt kûrtir dikin û ev yek bi xwe re xizaniyê zêdetir dike. Ji ber zêdebûna enflasyonê, hêza kirînê kêm dibe û ji bo welatiyên ku mûçeya herî kêm digirin, debar zehmetir dibe. Mûçeya herî kêm herî dawî (17 hezar û 2 lîre) di 3 mehan de 28 dolar kêm bû. Ji bajarên herî zêde bandorê ji krîzê digirin yek jê jî Stnebol e. 
 
'LI VAN DERAN EXLAQ TUNE YE'
 
Li navçeya Kadikoya Stenbolê welatiyê bi navê Îzzet Yilmaz (73) diyar kir ku ew teqawid bûye lê mûçeya wî têra wî nake. Yilmaz bal kişand ser bihabûna erzaq û got: "Kîloya goşt 500 TL, penêr 400 TL, nan 10 TL ye. Tirkiye ji aliyê kesên gelekî bêexlaq ve tê birêvebirin. Tu exlaqê wan tune ye. Bila rojekê werin di asta teqawîtbûyîn de bijîn. Wê demê belkî bên ser hişê xwe."
 
BERTEK NÎŞANÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER DA
 
Yilmaz diyar kir ku hikûmet her tim budçeya xwe ji bo şer xerc dike û diyar kir ku divê dewlet li aliyê hiqûq û edaletê be. Yilmaz işaret bi neçareserkirina pirsgirêka kurd kir û got: "Ev şer 40 sal in dewam dike. Ev zarok zarokên vî welatî ne, zarokên we ne. Divê em bi aqil nêzî vê bibin. Çareserî pêkan e, hêsan e, ne zehmet e. Damezrînerên vî welatî, vê komarê li ser yekparêziyê ava kirin. Kurd, elewî tune hesibandin. 100 sal in em di vê rewşê de ne."
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
 
Ji welatiyan Sevda Kûrnaz jî diyar kir ku ew bi tena serê xwe dijî lê dîsa jî nikare debara xwe bike. Kûrnazê diyar kir ku ew di dayîna fatûreyêngaza xwezayî, av û ceyranê de zehmetiyan dikşînin û got: "Li hemberî krîza heyî em êdî nikarin xwe têr bikin. Berpirsiyarê vê desthilat eku 22 sal in welat bi rê ve dibe. Em jin ne di xema desthilatê de ne. Li vî welatî qismek dewlemend dibe. Em jî jiyaneke însanî dixwazin."
 
MÛÇEYA HERÎ KÊM TÊR NAKE
 
Karkerê înşaetê Şahîn Çelenk anî ziman ku mûçeya ku distîne têra wî nake. Çelenk diyar kir ku xwestiye ji bo xwe siberojekê ava bike lê ji ber krîza aborî nikare vê bike û wiha got: "Tu fêdeya dewletê li min tune ye. Min tim bac da vê dewletê, ji bo vê dewletê xizmet kir, lê min beranberiya wê nestand. Bi salan e ez dixebitim, lê rawestiyam. Niha jî rojane dixebitim. Ciwan êdî bixebitin jî fêde nake."
 
‘BERPIRSÊ KRÎZÊ DESTHILAT E'
 
Mehmet Bûdak anî ziman ku ew nikarin debara xwe bikin û got ku berpirsê vê krîza aborî desthilata heyî ye. Bûdak destnîşan kir ku guherîn bi şandina rêveberiya heyî re pêkane e û got: "Di vî warî de divê mirov serwext bibin. Yan na dê hêvî nemîne. Erdnîgariya me erdnîgariya aştiyê ye. Mirovên li vê erdnîgariyê divê behsa şer nekin."