Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket

img

SEMSÛR - Li Semsûrê, di konteynira ku karkerên di înşeata TOKÎ’yê de dixebitîn lê diman de şewat derket.

 
Li Semsûrê, di konteynira ku karkerên Sûr Yapi yên di înşaeta TOKÎ’yê de dixebitîn lê diman de, ji ber ceyranê şewat derket. Tîmên agirkûjiyê mudaxileyî şewatê kirin. 
 
Walîtiyê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da. Walîtiyê diyar kir ku di şewatê de tu mirî û birîndar nînin û 461 karker saxlem xelas bûne. Şewata ku heta derengî şevê domiya hate vemirandin û kontrolkirin. Ji ber şewatê razanxaneya konteynir a 3 qatî ku 461 karker lê diman, êdî nikare were bikaranîn.