Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê

img
ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê, beriya hilbijartinê Navenda Jinê ya Selîsê salane bi hezar û 500 lîreyî bi kirê da Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî. 
 
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, beriya hilbijartinê du milkên şaredariyê firotin. Li gorî biryara meha Adarê ya qeyûm û karmendên tayinkirî, wesayîta bi plaqeya "72 AB Y103" a şaredariyê dewrî Midûriyeta Daristanê hat kirin.
 
Qeyûm, Avahiya Navenda Piştgiriyê ya Malbatê ya Pinarbaşiyê (Navenda Jinan a Selîsê) ji bo 25 salan û salane bi hezar û 500 lîreyî bi kirê da Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî. 
 
Berê mêrek tayinî Midûriyeta Xizmetên Jinan û Malbatê hatibû kirin, lê piştî bertekan midûrê zilam ji wezîfeyê hatibû girtin û midûriyet jî hatibû pasîfkirin. 
 
MA / Fethî Balaman