ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ENAG’ê; di meha çileyê de enflasyon ji sedî 9,38 zêde bû. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) daneyên xwe yên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir. Li gorî ENAG’ê; di meha çileyê de enflasyon ji sedî 9,38 zêde bû. Her wiha ENAG’Ê enflasyona salane jî weke ji sedî 129,11 destnîşan kir. 
 
ENAG’ê da zanîn ku di koma tenduristiyê de di mijara fiyetan de guherînek çênebû û got ku fiyetê tiştan herî zêde bi rêjeya ji sedî 16,42’yan ve di koma cilûberg û pêlavan de çêbûye.