Bêkarî zêde bû

img
ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê, di meha mijdara 2023’yan de li gorî mehek berê bêkariya di nava kesên temenê wan 15 û bi ser re de zêde bû û derket 3 milyon û 116 kesan. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê parve kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; hejmara kesên bêkar ên temenê wan 15 û bi ser vî temenî re de, di meha mijdara 2023’yan de li gorî mehek berê zêdetir bû û derket 3 milyon û 116 hezar kesan. Her wiha rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,4 puan zêdetir bû û derket ji sedî 9,0’ê. 
 
Rêjeya bêkariyê di nava mêran de ji sedî 7,5 û di nava jinan de jî weke ji sedî 11,8 hate texmînkirin.