Ajokarên TIR’an zem protesto kirin

img
ŞIRNEX - Ajokarên TIR’an lêçûnên zêdekirî yên Deriyê Sînor ê Xabûrê û zem protesto kirin.
 
Ajokarên TIR’an têkildarî lêçûnên hatine zêdekirin û zeman, li Qada Parka TIR’an a Walîtiyê ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê, daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Ajokarên TIR’an xwestin zemên li Qada Parkkirinê ya TIR’an a Walîtîyê û lêçûnên din hatine kirin, paş de werin kişandin û bihayê veguhestinê werin bilindkirin. 
 
FEBRÎQEYA BÊMESREF: DERIYÊ SÎNOR Ê XABÛRÊ
 
Ajokar Îdrîs Eren  destnîşan kir ku Deriyê Sînor ê Xabûrê wekî febrîqeyeke bêmesref e û wiha axivî: “Deriyê Sînor ê Xabûrê ji Silopyayê heya Dîlokê ji bo tevahiyê gel bûye çavkaniya debarê. Taybetî ji bo kesên rewşa wan nebaş di asteke jêveneger de ye. Ji ber vê yekê hem ji bo ajokaran hem ji  bo şêniyên li herêmê hem jî ji bo welat bazirganiya deriyê sînor, gelek girîng e." 
 
DAXWAZ
 
Ajokaran xwestin ku zemên carnan di salê de du caran tên kirin paşde werin kişandin, heqê xebatkaran ji ser pişta ajokaran were rakirin, bihayê qantarê were daxistin, stasyona muayeneya wesayîtan li Silopiyayê were vekirin û rêya di navbera Cizîr û Silopiyayê de ku bi salan e tê çêkirin, were ronîkirin. 
 
‘BAR NEGIRIN’
 
Ajokaran xwestin ku heya bihayê guhestinê herî kêm dibe 400 dolar tu ajokar baran negirin û bertek nîşanî ajokarên ku bar digirin were dayîn.