Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin

img
RIHA - Karkerên Ozak Tekstîlê ev 42 roj in l i ber xwe didin û gotin ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
  
Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1'emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê li dijî zext, mobbîng, gef û derxistinên ji kar çalakiya berdana kar dabûn destpêkirin. Çalakiya karkeran di roja 42’yan de berdewam dike. Karkeran li Qada Topçuyê ya navçeya Halîliyeyê daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di heman demê de karkerên Zanîngeha Haranê yên ji kar hatin derxistin jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de got ku ew li gel têkoşîna karkeran e û ev tişt anî ziman: “Parlamenterên îktîdarê yên ku dibêjin em bi edaletê re ne karkerên Ozakê jinedîtî ve hatin. Di hemû çalakiyên karkeran ên cîhanê de her tim karker bi ser ketine. Em jî di wê baweriyê de ne ku dê têkoşîna karkerên Ozakê encamekî bi xwe re bîne. Em ê her tim bi kedkaran re bin.” 
 
‘DÊ ÇALAKIYA ME BIDOME’
 
Ji karkerên Ozak Tekstîlê Yildiz Bagci jî da zanîn ku ew endamên BÎRTEK-SEN’ê ne lewma ji kar hatine derxistin û wiha domand: “Lewma ev zext li me hate kirin. Ev 42 roj in miameleya xerab li me tê kirin, me didin ber copan, ava şid û gaza îsotê li me direşînin. Yek saziyekî dewletê nema ku li dijî me derneket. Di van rojan de ji patron heta sendîkaya zer, walîtî, cendirme, miftîtî, emniyet, dozger, çapemeniya patron, dadger û şaredariyê derketin pêşiya me. Tevahiya rayedarên me pê re hevdîtin kirin êrişî BÎRTEK-SEN’ê kirin. Gotin ku divê em bibin endamên sendîkayeke din. Ev berxwedan ne tenê ya karkerên Ozakê ye, berxwedana çîna karker, ked, rûmet û heysiyetê ye. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî em ê berxwedana xwe bidomînin.”