Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin

img
ŞIRNEX - Bi sala nû re her tişt hate zemkirin. Li Şirnexê jî zem li heqê rê hate kirin.
 
Bi sala nû re ji ta heta derzî her tişt hate zemkirin. Li Şirnexê jî zem li heqê çûnûhatinê hate kirin. Navbera Cizîr-Şirnexê ji 50 lîreyî bû 60 lîre, navbera navçeyê Cizîr, Silopiya û Hezexê ji 30 lîreyan bû 50 lîre, navbera bajaroka Qesirkê heta Cizîrê ji 20 lîreyî bû 30 lîre û navbera bajaroka Dêrgûlê û Cizîrê jî ji 30 lîreyan bû 40 lîre.