Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî

img

MELETÎ - Tevî ku 11 meh bi ser erdhejan re derbas bûne jî li Meletiyê pirsgirêkên mexdurên erdhejê nehatinê çareser kirin. Ji bilî pirsgirêka xaniyan, welatî ji ber erdhej û krîza aborî hewl didin di nav xizaniyê de debara xwe bikin.

 
Li Meletiyê ku di erdhejên 6'ê sibatê yên ku navenda wan Mereş bû de hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan. Tevî ku 11 meh bi ser erdhejê re derbas bûne jî, pirsgirêk nehatine çareserkirin û heta niha ne diyar e dê kengî mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan hilweşiyanê derbasî xaniyên nû bibin. Bajarên konteyniran ku ji 28 hezar û 643 konteyniran pêk tên li 74 noxteyên cuda yên Meletiyê hatin çêkirin, piştî erdhejê ji 36 hezar avahiyan re biryara hilweşandina lezgîn hat dayin. Mexdurên erdhejê ku vê zivistanê jî bê xanî derbas dikin ji bilî pirsgirêka xanî ji ber krîza aborî û xîzaniyê jî bi fikarin. Li Meletiyê ji aliyekî kavîlên xaniyên di erdhejê de hilweşiyan nehatinê rakirin û li aliyê din jî avahiyên ku xesareke mezin gihiştinê hê nehatinê hilweşandin. Ji ber toz û domana kavîlan ku di nav bajêr de belav dibe jî welatî bêzar in. 
 
Li aliyê din jî dikanên gelek esnafan jî hilweşiyan û esnafên ku dikanê wan di erdhejê de hilweşiyan li Navenda Meletiyê konteynirên ku ji bo dikanan hatinê danîn de hewl didin debara xwe bikin. Esnaf ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, ji ber ku ne diyar e dê kengî derbasî dikanên tên çêkirin bibin jî bi fikarin. Dikanên ku tên çêkirin jî ji sedî 40 dewlet dide û sedî 60 jî esnaf deyndar dibin. Esnafên ku wê bi deyn derbasî dikanên nû bibin bi fikarin. 
 
'DI KONTEYNIR DE NANÊ TÎRÊ'
 
Ji esnafan Sevîm Satilmîş (48) ji ber ku li navenda navçeya Battalgaziyê dikana wê ya nanê tîrê û patîle lê çêdikir di erdhejê de hilweşiya niha di konteynira ku li navçeya Çirmikê jê re derketiyê heman karê xwe berdewam dike. Satilmîş diyar kir ku ew, bi bûk, zarok û 3 neviyên xwe ve di heman malê de dimînin û debara malê jî li ser milên wê ye. Satilmiş anî ziman ku piştî erdhejê krîza aborî hîn zêdetir bû ye û wiha got: “Krîza aborî ya beriya erdhejê ne ewqas giran bû. Lê piştî erdhejê krîza aborî girantir bû. Heke em nexebitin, tiştek tune ye em debara xwe bikin. Lê jiyan bi awayekî berdewam dike. Dikana me xera bû. Me nanê tîrê û patîlê çêdikir. Ji ber ku di erdhejê de dikana me hilweşiya di vê konteynir de em hewl didin debara xwe bi heman karî bikin."
 
Esnafa Mexdûra Erdhejê  Sevîm Satilmîş
 
'JIYAN BERDEWAM DIKE'
 
Satilmiş, bi lêv kir ku 8 sal berê hevjînê xwe winda kiriye û got ku ji ber kurê we karekî nedîtiye tenê çavkaniya debara malê dikana ku di konteynerê de vekirine ye. Satilmiş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di meha hezîranê de derbasî van dikanên konteyniran bûn. Wê demê min tup bi 320 TL dikirî, lê niha bihaya tup bûye 560 TL, me arvan bi 250 TL dikirîn, niha bûye 330 TL û ew jî ya 25 kîloyî ye. Ev me dixe tengasiyê. Lê çi bikin ev qas ku em dikarin debara malê bi zahmetiyan bikin. Heke em nexebitin wê birçî bin. Em mecbûr bixebitin jiyan bi awayekî berdewam dike. Dema ku em yekem car hatin vê konteynerê me digot em ê vî cihê biçûk de çawa bixebitin lê niha hîn bû ne. Li kêleka rê gelek konteynir daxistin. Ev der ne pir guncaw e. Heke konteyniran li deverek navendî û mezintir werin bicihkirin dê çêtir be."
 
ESNAF DEYNDAR DIBIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Satilmiş bal kişand ku esnaf wê bi deyn derbasî dikanên nû bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sedî 40 dewlet dide sedî 60 jî em bi deyndar dibin. Ez niha di vê rewşê de nikarim vî deynî bidim. Niha min re bêjin were derbasî dikanê bibe jî ez nikarim vî deynî bidim. Bi neçarî ez ê jî ji bo ku bikarim deyn bidim dikanê bidim kireyê. Dikan kengî wê bên radest kirin û çawa bên radestkirin jî ne diyar e. Wekî esnafên konteyniran em hemû heman pirsgirêkan ve rû bi rû ne. Heke dikanan beyî deyn radestî esanfan bikin wê hê baştir e. Ji ber ku piştî erdhejê aboriya me jî xirab bû."
 
MA / Mahmût Altintaş