TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir

img
RIHA - Aktîvîstên TJA’yê serdana karkerên Ozak Tekstîlê ku 11 roj in çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê didomînin kir. 
 
Çalakiya Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) li dijî mobîng, gef û derxistina ji kar çalakî dabûn destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Dîlan Kûnt Ayan û rêveberên partiyê serdana karkeran kir û piştgirî dan wan. 
 
Parlamenter Kûnt Ayan a pirsgirêkên karkeran guhdar kir, anî ziman ku dê bi karkeran re di nava piştevaniyê de bin. Kûnt Ayan a ji karkeran re got “Berxwedana we, berxwedana me ye” wiha got: “Desthilat mafên karkeran jinedîtî ve tê û pêşkeşî sermayedaran tê kirin. Em ji vir li dijî desthilata hewl dide berxwedana mafdar a karkeran bi leşker û polîsan asteng dike careke din dibêjin li cem karkeran e.”