Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin

img
RIHA - Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê ku rastî êrişa leşkeran hatin didome û piştî ku karkerên febrîqeyê dest ji kar berdan, hilberîn hate sekinandin. 
 
Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) li djî mobîng, gef û derxistina ji kar çalakî dabûn destpêkirin û çalakî didome. Îro di danê sibehê de karker rastî êrişa leşkeran hatin. Di êrişê de 3 jê sendîkavan bi giştî 24 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. 
 
Kesên hatin berdan bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Piştî ku karkerên li tekstîlê jî dev ji kar berdan, hilberîna li febrîqeyê hate sekinandin. Berxwedana bi sedan karkeran a li pêşiya febrîqeyê didome. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), pêkhateyên Platforma Jinan a Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
'EM Ê BI SER KEVIN’
 
Ji karkeran Şeyma Çavur bal kişand ser êrişa leşkeran û wiha got: “Bêyî ferq û cudahî jin û mêr em tevek bi copan derb kirin. Ma ev edalet e? Çima li Tirkiyeyê karkerî ewqas zehmete? Hûn çima karê kesên li pey pariyê nanê xwe digerin ewqas zehmet dikin? Karkerên ku piştî êrişa li dijî me hatin febrîqeyê jî dev ji kar berdan. Wan jî êrişa li dijî me ranegirtin û tev li me bûn. Ji dil û can bibawerim ku em ê bi ser kevin.”