Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû

img
SÊRT - Karkerê bi navê Mehmet Omer Polat ji înşaeta avahiyekî ket û bi giranî birîndar bû. 
 
Karkerê bi navê Mehmet Omer Polat ê 25 salî, ji qata 3’yan a înşaeta avahiya ku li Taxa Kooperatîfler a navenda Sêrtê tê çêkirin kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Polat bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê. 
 
Hat zanîn ku rewşa Polat giran e.