Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne

img

ÎZMÎR - Serokê Giştî yê Sendîkaya Genel-Îş Remzî Çalişkan, xebatkarên Zanîngeha Egeyê yên bi hinceta “Sererast kirina taşeronê” ji kar hatin avêtin ziyaret kirin. 

 
Çalakiya karkerên Zanîngeha Egeyê yên bi hinceta “Sererastkirina taşeronê” ji kar hatin avêtin a li ber Rektoriyê berdewam dike. Serokê Giştî yê Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK’ê Remzî Çalişkan karkerên 11 rojin di çalakiyê dene ziyaret kirin. Çalişkan, piştgirî da karkeran û wiha axivî: “Berxwedan û têkoşîna karkeran mafdere. Em bi pêkanînên antî-demokratîk re rû bi rû ne. Divê em karibin vê li ser xwe bavêjin.” 
 
DEMOKRASÎ Û EDALET TUNE YE
 
Çalişkan, da zanîn ku wan dosyayekê ji navê karkeran pêk tê, pêşkêşî Wezareta Kar û Xebatan kirin û û wiha bilêv kir: “Me xwest mexdûriyeta hevalên me bên darbas kirin. Qebûl kirin, heya çend roj şûn emê encamê encamên vê yekê  ji wan daxwaz bikin. Lê liv î welatî ne demokrasî  û ne jî edalet heye. Her dawî bi zextan çawan vîna gelekê tune hesibandin me bi çavên xwe dît. Lê emê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Emê heya dawiyê li mafê xwe bigirin”
 
3 KARKERÊN DIN JI KAR HATIN AVÊTIN
 
Li aliyê din, 3 karkerên din ji Şaredariya Bajarê Mêzin a Îzmîrê hatin avêtin. Hat diyar kirin ku bi hinceta “hikûmxarê berê” karker ji kar avêtine.  Her sê karker beşdarî çalakiya li ber Zanîngeha  Egeyê ya berdewam dike, bûn.