Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike

img

ÊLIH - Li Êlihê ji ber petrolê madeyên giran tev li hewayê dibin û bi çêkirina bendavan re avhewa diguhere. Cotkaran, diyar kir ku hevsengiya avhewayê xerab bûye û gotin: “Dê îsal hişkayî, ji her wextê bêtir bandorê li me bike." 

Li gorî rapora avhewaya qirêj a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), di sala 2017’an de ji nav bajarên herî qirêj ê Ewropayê Êlih bajarê duyemîn e. Sedema herî girîng a vê yekê jî petrol û rafînerên şîrketên petrolê ne. Rafînerên petrolên Êlihê zirarek mezin didin xwezayê û bi çêkirina bendavên di salên dawî de avhewaya herêmê hîn zêdetir texrîb kiriye. Îsal li herêmê hema bêje xweşikî baran nehat. Ev yek bandoreke neyînî li rewşa cotkaran û sewalvaniyê kir. 
 
‘AVHEWAYA QIRÊJ BANDORÊ LI SER HIŞKAYIYÊ DIKE’
 
Cotkar Abdulselam Ekîncî, diyar kir ku hindik ma meha Nîsanê biqede, lê baran baş nebarî û wiha axivî: “Di hefteyên derbas bûyî de du caran baran barî, wê jî zirar dan çandiniyê. Çemê Dîcle 10 kîlometre dûrî zeviyên me ye. Jixwe em li wir jî avê nabînin. Hevsengiya avhewayê xerab bûye. Ji ber vê rewşa me nebaş e. Hişkayî zirar da çandiniyê û me hilberînek baş ji axê negirt. Ên ku pereyên wan hebin dê ji xwe bîr bikolin û zeviyên xwe av bidin. Gelo cotkar û gundiyên pareyên wan tune bin dê çi bikin? Rewşa gundiyan îsal ji her salê xerabtir bû. Dewlet bîrên petrolê vedike. Gelo çima bîrên avê venake?” 
 
Welatî Kadîr Yavuz jî, anî ziman ku ew salewext xebitî û hemû qezeca xwe ji bo axê bikaranî û got: “Bîrên petrolê dikolin, lê gava mijar dibe bîrên avê kes dengê xwe dernaxe. Hişkahiya avhewayê dê ji her salê bêtir bandorê li ser me bike. Bîrên petrolê xwezaya me wêran kirin.”
 
'EM NIZANIN ÇI BIKIN'
 
Hasan Kaya jî, da zanîn ku bi sewalkariyê debara xwe dike û wiha axivî: “Hişkahiya heyî bandorê li ser me hemûyan dike. Ji ber bîrên petrolê bandorek nebaş li ser jiyana xwezayî dike. Derdora bîrên petrolê vekirine û nayên parastin. Gelek caran sewalên me û çûk dibêjin qey av e û dixwazin vexwin. Ji ber vê lawir dimirin. Ji ber hişkahiyê em ji bo sewalên xwe êm peyda nakin. Em sewalên xwe ji bo çêrandinê derdixin, lê tiştekî ku bixwin nabînin. Ji niha de giha zer bûye. Ji ber vê di rojên pêş de em ê gelek zoriyan bibînin. Ji vê saetê û şûn de, baran bibare jî tu fêdeya wê tune ye ji bo me. Ji ber hişkahiyê şîr pir kêm bûye. Em nizanin em ê çi bikin.”
 
MA / Metîn Yoksu