Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê

img
MÊRDÎN - Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î îhaleya ku maliyeta wê nêzî 870 hezar TL ye, da fîrmaya xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê.
 
Şaredariya Artûklûyê ya Mêrdînê ya AKP'î, îhaleye da fîrmaya xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê Alî Riza Acat. Îhale di 4'ê cotmeha 2022'yan de di bin navê "stendina amûrên îneşatê" de hatiye çêkirin. Lê şaredariya AKP'î îhaleya ku bedêla wê 870 hezar  336 TL ye, di ser milyonekê re daye fîrmaya Şeyhmûsogûllari ya M. Acay. 
 
Hat hînkirin ku fîrma ya M. Acay e û ew jî xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê Alî Riza Acay e û şîrket di 2'yê mijdara 2020'î de bi milyonek TL hatiye avakirin.