Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin

img
EDENE - Li navçeya Yûregîrê karkerên demsalî yên ku piştî baranê konên wan di bin avê û nava heriyê de man terka konên xwe dikin. Ên mayî jî ji bi gilî û gazinc in û dibêjin şaredarî aliyê wan nake. 
 
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê di 12 û 13’ê Hezîranê de baraneke dijwar hat. Piştî baranê konên karkerên demsalî yên li Taxa Yakapinarê di bin avê de man û gelek eşyayên wan zirar dîtin. 
 
Piraniya karkerên ku konên wan di bin avê de man bi derfetên xwe terka konên xwe kirin. Makbûle Hecî Mihemed a ji Kobanê anî ziman ku nêzî du meh berê ji Hatayê hatine Edeneyê ji bo berhevkirina pîvazan. Mihemed destnîşan kir ku tevî 6 zarokên xwe di konan de maye û got, ji saet ji 5’ê Sibehê heya 10’ê şevê li nav erd di şert û mercên dijwar de dixebitin. Mihemed bilêv kir ku piştî baranê konê wan ê ji naylonê di nava heriyê de maye û got: “Em perîşan bûn. Kesî li halê me nepirsî. Ên hatin jî ji dûr ve li halê me mêze kirin û çûn. Avaqirêj a cihokê hat konê me. Me heya serê sibehê ew av derxist.” Mihemed bilêv kir ku rayedarên şaredariyê heya qeraxa rê hatine û tenê şorbe îkramî wan kirine û çûne û got, lê betanî dane kesên welatiyê Tirkiyeyê. 
 
KONTEYNERAN DIXWAZIN
 
Mihemed bilêv kir ku heqdesta wan a rojane 90 lîre ye û ceryan û ava wan jî li ser wan e. Mihemed got: “Em 2 meh in li vira ne. Lê hê xweşikî konek me tune ye. Di vê qijeqija havînê de em di konên naynlonî de dimînin. Em diwxazin şaredarî konteyneran bide me.” 
 
Karker Îsmaîl Ahmed jî bilêv kir ku piştî baranê Şaredariya Yuregîrê rêyên xerabûyî çêkirine, lê neçûye cihê ku kon tê de di bin avê de mane. Ahmed got: “Ji ber vê baranê gelek malbat ji bêgavî konên xwe rakirin û çûn. Li vira 35 malbat hene. Nifûsa wê 150 kes e. Lê tenê betaniyek dane malbateke 8 kesî. Bi giştî 10 betanî dane 10 malbatan. Em bang li rayedaran dikin ku alîkariya me bikin.”