'Em nikarin derkevin derve, dê tûrîst çawa bên?'

img

ANTALYA - Esnafê Sûka Kaleîçî ya dîrokî, aşkera kir ku ji ber OHAL û şerê li welat, karê wan sedî 70 ketiye û ev tişt gotin: "Ger ku em newêribin derkevin derve, tûrîst dê çawa bên?" 

Aboriya navenda tûrîzmê ya Antalyayê ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê gelekî ketiye. Bi taybetî piştî di sala 2015'an de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de krîza balafirê derket, ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn, her ku diçe baweriya ji Tirkiyeyê dikeve. Beşên civakê yên herî zêde j vê krîzê bandor dibin, esnafê Sûka Kaleîçiyê yên Antalyayê ne. Ji ber ku kirîner kem e, esnafê sûkê di rewşek xedar de ye.
 
‘ESNAFAN TOP AVÊT’
 
Ramazan Demîz (50) 10 sal e li sûkê esnafiyê dike, da zanîn ku di 2 salên dawî de karê wan gelekî ketiye û ev tişt got: "Ji ber OHAL û şerê li welat, karên me gelekî ket. Di vê demê de baweriya ji welat jî gelekî kêm bûn û gelek rezervasyon betal bûn. Em wekî welatiyên vir nikarin derkevin derve, dê tûrîst çawa bên? Li vê sûka dîrokî her esnaf, herî kêm 20 û 30 hezar Euro dide. Otel vala ne, kîra biha û kar tune. Ji ber van pirsgirêkan esnafan top avêt."
 
'FEYDEYA ŞER JI KESÎ RE TUNE'
 
Hasan Bozkurt jî esnafê sûkê ye, ji ber ku tûrîst nayên welat, karê wî jî qet baş naçe. Bozkurt da zanîn ku herî kêm sedî 70 karê wan ketiye, ew wekî esnaf nikarin debara xwe bikin. Bozkurt aşkera kir ku gelek esnaf nikarin kirêya xwe bidin û wiha pê de çû: "Gelek esnaf an 7 an jî 10 kirê wan derbas bûne. Esnafekî ku nikaribe kirêya xwe bide, tişta ku difiroşe jî dixwe. Esnafên bi salan e dixebitin, 200 an jî 300 hezar lîreyê xwe yê di hundur de dixwen."
 
‘ÎSAL JÎ HÊVÎ TUNE’
 
Muzaffer Ateş kilîm û xalîçeyan çê dike û esnafê herî kevin ê sûkê ye. Ateş got ku ew nikarin kar bikin û wiha axivî: "Hûn îro dikarin li cihê herî xweş ê Antalyayê dikanê kirê û firotinê bibînin. Di sê salan de ew qas esnaf tên nayê gotin. Yek tê yek diçe. Bi hêviyek mezin tên û demekê şûn de digirin. Wer dixwêyê dê îsal jî tu hêviyek tune be."
 
MA / Ergîn Çaglar