Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir

img
STENBOL - Karkerên Şaredariya Bakirkoyê, ji ber şaredariyê mafê wan ji wan stend, helwesta şaredariye şermezar kirin û şaredarî dawetî maseya TÎS'ê kirin. 
 
Şaxa 2'emîn a Milê Ewropa ya Sendîkaya Xizmetên Gişti yên Tirkiyeyê (Genel-Îş), bi armanca mafê karkerên Şaredariya Bakirkoyê yê ji destê wan hatiye girtin biparêzin daxuyşanî dan çapemeniyê. Genel-Îş'ê li Qada Cumhuriyetê ya Bakirkoyê daxuyanî dan. Sendikayê xwest şaredarî ji bo peymana tomarî (TÎS) hevdîtinan dest pê bikin û dawetî maseya TÎS'ê kirin. Serokê Şaxa 2'emîn ê Genel-Îş'ê Adil Çiftçî daxuyanî da û xwest li gorî maf û rûmeta mirovan nêzî karkeran bibin. Çîftçî, destnîşan kir ku berî her tişti dixwazin pirsgirekên xwe li ser masê çareser bikin û wiha got: "Heta îro 1100 karkerên di şîrketa şaredariyê de kar dikin mexdûr bûne. Ji bo mexduriyeta wan bi dawî bibe divê Peymana TÎS'ê îmze bikin.