‘Bi rastiyek ne di demê xwe de, nikarin aboriyê rast bikin’

img

STENBOL – Aborîzan Îzzettîn Onder, ji bo biryara zêdebûna faîzê ya ku MB dixwaze bilindbûna di piyasaya dowîz de rawestîne nirxandina “rastiyeke bêdem hatiye kirin” kir û got: “Guhertinên ji bo krîza aboriyê tên kirin dirûn nagire. Rêbazeke li gorî hiqûqa gerdûnî şerte.”

Piştî ku Desteya Polîtîka ya Pere (PPK) ya Bankeya Nevendî (MB), faîza xwe ya polîtîk a ji sedî 10,15, derxist 15’an dolar bû 7,50 û Euro jî bû 8,90’an.
 
Piştî ketine ya dem kurt, dolar cardin derket 7,62 TL û Euro jî bû 9 TL. Aborîzan Îzzettîn Onder, biryarên MB li ser hev dide û guhertinên di rêveberiya aboriyê de nirxandin.
 
Onder, diyar kir ku îstîfaya Wezareta Xizînê û Maliyê ya Berat Albayrak û ji bo Serokatiya MB’ê tayînkirina Nacî Agbal bendewariya zêdebûna faîzê ava kir. Onder, da zanîn ku ev hemû bi fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bûn û wiha axivî: “Bi zêdebûna faîzê ya MB’ê, xwestin ku têgîna ‘Vaye, MB bi serê xwe dikare biryarê bide’ bidin avakirin.”
 
GELO ÇIM DAWÎZ KÊM NABE?
 
Onder, di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Evqas bilindbûna faîzê piyaseger tirsandin. Ev tirs jî bû sedama firûtinên ji nişka ve. Ligel zêdebûna benda baz a 475’an jî, di piyasaya dowîz de kêm bûn çêbû, lê berî ku dem derbas bibe, piyasetay dowîz cardin bilid bû. A rastî hevnegirtina hesabê pir zêdeye. Hilberîn di asta rawestê de ye. Ji xwe mesrefên Qesrê li holê ne. Ji ber polîtîkayên şaş ên di polîtîkayên derveyî welat de jî, tenêmayîn jî tê jiyîn. Ya herî girîng jî, bêîstikrariya siyasî ya di hûndir de tê jiyîne. Ji ber bêîstikrariya siyasî bêbaweriyek jî derketiye holê. Êdî rewş wisan bûye mafya radibe gefan dixwe û partiyeke siyasî piştgiriya wê dike. Di rewşekê wan de çawan dibe ku bawerî çêbe? Bawerî çênabe. Heta ku rewş wiha be wê tu carî piyaseya dowîzê kêm nabe. Heta roj bi roj wê bilindtir bibe.”
 
‘ERDOGAN BI AWAYEKÊ SERGIRTÎ LAVE KIR’
 
Onder, destnîşan kir ku daxuyaniyên Erdogan ên derbarê aboriyê de, weke “lave kirina sergirtî” ji bo mirovan tê û wiha bilêv kir: “Lê ligel vê yekê jî daxuyaniyên Erdogan pere nake. Dewlet niha hewl dide bi dawîzan deyndar bibe. Guhertina di rêveberiya aboriyê ya hikumetê de, mîna tenê parçeyekê erebeyî guhertin e. Pergala rejîma yekperestiyê dibe dema krîza aboriyê. Divê pergal bi xwe bê guhertin. Heya ku pergala parlamenteriyê bi Qanûnek Bingehîn neyê parastin, wê krîza aboriyê her dewam bike. Ez bawer nakim ku pirsgirêk bi AKP’ê çareser bibe. Ger rewş wisan biçe wê aborî têk biçe.”
 
MA /  Nacî Kaya