Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da

img
MELETÎ – Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê cotkar Mehmet Alî Erbaş ku çandiniya titûnê dike, diyar kir ku ji ber bihabûna xerckirinên çandiniyê nikarin li erdên xwe çandiniyê bikin. 
 
Bi kûrbûna qrîzê re bihayên xerckirinên li çandiniyê gelek zêde dibin û ev jî zorê dide cotkarên titûnê. Li gundê Çiglik ê navçeya Wêranşarê ya Meletiyê, cotkar Mehmet Alî Erbaş ku çandiniya titûnê dike, diyar kir ku her roja diçe bihayê mazot, gubre, derman û ceyranê zêde dibin û ji ber rê rewşê qezenceke baş ji çandiniya xwe nakin. 
 
BERHEMEKE KU KED DIXWAZE 
 
Erbaş, diyar kir cara yekemîn îsal titûnê çandiye û bi van gotinan qala zehmetiya çandiniya titûnê kir: “Çandina titûnê karekî zehmet û zor e û ked dixwaze. Hem ji ber bihabûna xerckirinên çandiniyê hem jî ji ber pirsgirêkên di bazarê de em zehmetî dikişînin. Îsal ne diyar e ku dê titûn bi çi bê firotin. Sala borî sekan bû. Dema em li mesrefên xwe dinêrin, rewşa me baş xuya nake. Ji bo ku em hilberînê bidomînin me erdê xwe çand.”
 
BIHA ZÊDE NE
 
Di berdewamê de Erbaş, destnîşan kir ku heke kîloya titûnê bi 65 TL’an bê firotin dê kar û zirara wan hev der bixe û wiha got: “Heta niha min 20 hezar TL mesres li titûna xwe kiriye. Titûna ku ez bi dest bixim jî 600 kîlo ye. Tişta ku herî zêde me dide zorê fatorayên ceyranê ne. Meha borî hezar û 300 TL fatoreya ceyranê ji min re hat. Piştgiriya ji bo ceyranê rabû. Heke ev piştgirî hebûna dê me tenê 500 TL razanda. Em niha ceyrana pîşesaziyê bi kar tînin. Berê fatoreke kêm dihat. Lê îro fatore gelek zêde tên. Bila ji ceyranê re çareseriyek bê dîtin. Ji ber bihabûnê erdên me vala dimînin. Erdên me yên ku 20 sal in me lê çandinî nekiriye hen. Bila ji vê bihabûnê re çareseriyek bê dîtin. “