‘Li herêma ku 10 hezar karker lê dixebitin bergiriyên vîrusa koronayê tunene’

img
MERSÎN – Nûnerê Dev Tekstîlê yê Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku li Herêma Serbest a Mersînê bi hezaran karker bi rîsqa vîrûsa koronayê re rû bi rû ne û bergiriyên ku divê bên girtin rêz kir. 
 
Nûnerê Sendîkaya Karkerên Soreşger ên Tekstilê (Dev Tekstîlê) ya Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi, derbarê binpêkirinên mafan ên li Herêma Serbest a Mersînê de li Cemîyeta Rojnamegerên Mersînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li Herêma Serbest a Mersînê li dijî Covîd-19’ê bergiriyan dixwazin” hat daleqandin. Sûbaşi, diyar kir ku li herêmên pîşesaziyî vîrûsa koronayê gelek belav bûye.
 
WEQA DERKETIN HOLÊ
 
Sûbaşi, da zanîn ku ji ber şertên bê kontrol ên xebatê û negirtina bergiriyan şewb belav bela bûye û wiha got: “Li Herêma Serbest ku nêzî 10 hezar karker lê dixebitin, ji ber ku bendergeheke navneteweyî ye ji bo belavbûna vîrûsa koronayê şertên wê guncav in. Mev vê rewşê anîbû ziman. Lê hişyariyên me nehatin guhdarkirin. Niha fatoreya vê yekê karker didin. Weqayên virûsa koronayê li herêmê derketine holê. Niha li 10 kargehan vîrûs heye. Li gel vê yekê jî rayedarên şîrket ji karkeran re tenê dibêjin baldar bin û bergiriyen xwe bigirin.”
 
‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ BERGIRÎ BÊN GIRTIN’
 
Sûbaşi, destnîşan kir ku li herêmê bi hezaran karker têkiliya wan bi hev re çêdibe û xwest ku bêyî ku mirin pêk were bergiriyên pêwîst li herêmê bên girtin û ev hişyarî kir: “Careke din em rayedaran hişyar dikin ku bi sendîka û rêxsitinên pîşeyî yên tenduristiyê re bi awayekî hevpar bergiriyên bigirin.”