STENBOL - Endama PM’a DEM Partiyê Senem Erîş bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Erîş di 20’ê Sibatê de li navçeya Kadikoy a Stenbolê hate binçavkirin. Senem Êriş 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hate ragirtin û îro jî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin. Senem Erîş bi hinceta “agahiyê îstîxbarî” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin.
Dadgeriyê, biryar da ku Senem Erîş bi şertê kontrola edlî were berdan.