ESKÎŞEHÎR - Welatyê bi navê Nezîr Tekçî li Geverê hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin. Parêzerê dozê Huseyîn BogaTekçî diyar kir ku doza Tekçî bi xetereya demborînê re rû bi rû ye û banga tevlibûna danişîna dozê kir.
Welatiyê bi navê Nezîr Tekçî di 28’ê Nîsana sala 1995’an de dema li gundê Yekmalê yê navçeya Gever a Colemêrgê şivantî dikir, ji hêla leşkeran ve hae binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin. Di sala 2010’an de derket holê ku Tekçî hatiye qetilkirin. Doza Tekçî bi demborînê re rû bi rû ye. Yûnûs Şahîn di sala 2010'an de diyar kir ku dema leşkerî dikir bûye şahidê mirina Tekçî û îfade da dozgeriyê. Li ser îfadeya Şahîn, derheqê mîralayê teqawid Alî Osman Akin û albay Kemal Alkan ên fermana kuştina Tekçî dayin de li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê doz hate vekirin.
Piştre jî bi hinceta “ewlehiyê”, doz sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê hate kirin. Di encama serlêdanên ji bo dadgehê hatin kirin de biryar hate dayin ku li cihê bûyerê keşf were kirin û bi vê boneyê ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê re nivîs hate şandin. Di 22’yê Mijdarê de kolana keşfê hate kirin û di kolandinê de hestî, qalikên guleyan û parçeyên cilûbergan ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re hatin şandin. Lê belê hestiyên mirovan nehatin dîtin.
Di 11’ê Îlona 2015’an de jî dadgehê îdia kir ku sûcên li bersûcan tên kirin teqez nînin û bi şertê ku rêya temyîzê vekirî be, bi piraniya dengan ji bo Akin û Alkan biryara beraetê da. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî di 27’ê Adara 2018’an de biryara beraetê erê kir.
Parêzerên malbata Tekçî ji ber îdiaya ku Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
AYM’ê jî diyar kir ku kêmasiyên di biryara DMME’yê de hatiye diyarkirin nehatine temamkirin, serî li îfadeyên M.E.Y. ku ji bo darizandinê şahidiya wî girîng e nehatiye dayin, yekîneyên din ên leşkerî yên li herêmê nehatine tespîtkirin û weke şahid li leşkeran nehatiye guhdarîkirin, li ser parçeyên cil û bergên li cihê keşfê hatine dîtin lêkolîn nehatiye kirin bê yên Nezîr Tekçî ne an na, qaliqên fîşekan ên li herêma bûyerê hatine dîtin û yên leşkerên wê demê li wir peywirdar bûn nedane ber hev, ji şahidên lê hatiye guhdarîkirin û digotin bê Nezîr Tekçî li ku hatiye pirsîn pirsa cihê lê hatiye veşartin nehatiye pirsîn û van sedeman jî zirar daye pêvajoya darizandinê.
AYM’ê biryar da ku aliyê usûlê yê xala 17’emîn a Destûra Bingehîn ku mafê jiyanê diparêze hatiye binpêkrin û ji bo doz jinûve were lidarxistin dosya ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê re şand.
Danişîna ewil a piştî biryara AYM’ê di 17’ê Tîrmeha 2023’yan de hat lidarxistin. 7’emîn danişîna dozê jî dê sibe were lidarxistin.
BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR
Parêzer Huseyîn BogaTekçî diyar kir ku mîna dosyayên din ên komkujiyan, ev dosyaye jî bi xetereya demborînê re rû bi rû ye û ev bang kir: “Lêgerîna edaletê ya ji sala 1995’an heta niha didome, mixabin dê bi necezakirinê biencam bibe. Piştî biryara binpêkirinê ya AYM’ê, dadgeha herêmî xwe giran kir û em bi pergaleke dewletê ya naxwaze edaletê pêk bîne re rû bi rû ne. Dê faîl bi necezakirinê xelas bibin û bên xelatkirin. Tevî vê jî weke mîna rojê ewil, em ji bo edaletê careke din banga tevlibûna dozê li nûnerên partiyan, rêxistinên civaka sivîl, kesên ji edaletê bawer in dikin. Em ne ew kes in ên tenê li edliye û eywanên dadgehan li edaletê digerin. Edalet, li kolanê ye, li her derê ye. Em ê biçin wan deran û edaletê biqîrin. Em ê hesaba qetilkirina Nezîr bipirsin. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya hestiyar ew e ku tev li danişînê bibin.”