NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ku bal kişand ser hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de got: "Tu muzakere dest pê nekirine, ji lew re DYA'yê ev yek binpê kir. A rast, tu wateyeke dema 60 rojî tune ye."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ku di civîna çapemeniyê ya heftane de axivî, rojevê nirxand. Bekayî, pirsên rojnamevanan ên di warê polîtîkaya derve de bersivandin. Mijara sereke ya civînê jî, dîplomasiya di navbera Îran û DYA'yê de bû.
PÎLOTÊN ÎRANÊ
Bekayî têkildarî 4 pîlotên balafira Îranê ya ket xwarê got: "Em jî hesasiyetên xwe radigihînin wan. Di rojên ewil ên şer de 4 pîlotên Îranî, ji bo peywira xwe ya parastinê ya hedefgirtina binkeyên DYA'yê bi rê ketin û hedef hatin girtin. Divê rewşa wan bê zelalkirin û ev, ji bo me daxwazeke cidî ye. Ji roja ku em ji mijarê haydsar bûne, em wê dişopînin."
Bekayî diyar kir ku têkildarî mijarê bi nivîskî hevdîtin bi Komîteya Xaça Sor re kirine û got ku xebatên şopandinê bi rêya Balyozxaneya Dohayê û Balyozxaneya Qeterê ya Îranê didomin. Bekayî got ku heya aqûbeta her sê pîlotan zelal nebe dê xebatên xwe bidomînin.
‘DI METNA PEYMANÊ DE DEMEKE WEKÎ 60 ROJÎ TUNE YE'
Bekayî têkildarî Peymana Îslamabadê ya bi DYA'yê re jî axivî û ji bo bidawîbûna dema 60 rojî ya di metna peymanê de got: "Di metna peymanê de hukmeke wekî 60 rojî tune ye. Îranê gelek caran piştrast kiriye ku polîtîkayên xwe bi zexta demê an jî zexta polîtîkaya derve diyar nake. Tu muzakere dest pê nekiriye, ji lew re DYA'yê ev yek binpê kir. A rast, tu wateyeke dema 60 rojî tune ye."
HEVDÎTINÊN UMMANÊ Û TENGAVA HURMUZÊ
Bekayî ku du mijara Tenagava Hurmuzê û hevdîtinên Ummanê de agahî dan, ji bo hevdîtinên di mijara Tengava Hurmuzê de di navbera Îran û Ummanê de got ku di warê guzergeha çûnhatina deryayê de li ser nexşerêyekê li hevkirin çêbûye.
Bekayî destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera Îran û Ummanê de bi awayekî ciddî didomin û got ku ji bo metna dsanezana hevpar danûstendin didomin û got ku her du alî di warê mîsogerkirina berjewendiyên hev de û di warê fikarên hev de bi biryarên mekanîzmayekê çêbikin.
HEVDÎTINÊN ÎRAN-DYA'YÊ Û ÎDIAYA HEWLÊRÊ
Bekayî nûçeya Axiosê ku gotibû "DYA, bi rêya Nêçirvan Barzanî hevdîtin bi Muhafizên Şoreşê re kiriye" derewand û got: "Nûçeyên bi vî rengî, ji ber bêçaretiyê ne."
Bekayî destnîşan kir ku di meseleyên Îran û DYA'yê de navbeynkar Pakistan e û got ku Qeter jî di vî warî de hewl dide. Bekayî diyar kir ku hin dewletên Ewropayê jî pêwendî bi Îranê re danîne û got ku ev nayê wateya ku navbeynkareke nû hatiye diyarkirin.