Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Birayê Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî diyar kir ku xetere li ser rewşa tenduristiyê ya xwişka wî heye û got: “Bi alîkariya cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne.” 

 
Birayê girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî li ser rewşa xwişka xwe Nêrgiz ji Radyoya Ferdayê re axivî. Mihemedî, da zanîn ku piştî xwişka wî ji Girtîgeha Zencanê veguhestin nexweşxaneyê û di beşa lênihêrîna awarte de hat ragirtin, wan karî wê bibînin.
 
Mihemedî, diyar kir ku rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî di xetereyê de ye û niha bi amûra oksîjenê dikare bêhnê bistîne. Mihemedî, destnîşan kir ku beriya niha bijîşkan ragihandibûn ku divê Nêrgiz Mihemedî herî kêm 6 meh ji girtîgehê dûr bikeve û were tedawîkirin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku roja îna derbasbûyî, girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî di Girtîgeha Zencanê de ser hişê xwe çûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Hatibû gotin ku Nêrgiz Mihemedî krîza dil derbas kiriye.
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.