Rejîma Îranê ciwanekî Kurd darve kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê, ciwanê Kurd ê bi navê Mehrab Abdullahzade darve kir. 

 
Ciwanê Kurd Mehrab Abdulahzade ku li Îranê di dema çalakiyên şermezarkirinê yên dawî de hatibû binçavkirin, hate darvekirin. Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku ser bi dadgeriya Îranê ve ye, ragihand ku Abdullahzade li Girtîgeha Ûrmiyeyê vê sibehê hate darvekirin.
 
Abdullahzade li Ûrmiyeyê di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatibû binçavkirin, piştre bi îdiaya "xerakariya li ser rûyê erdê" û "kuştina endamekî Besîcê" hatibû darizandin.
 
Biryara darvekirinê ya ku ji aliyê Şaxê 2'yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve hate dayin, ji aliyê Şaxê 9'emîn a Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Hate ragihandin ku înfaz bêyî agahdarkirina malbatê hate kirin.
 
DELÎL NÎNE, ÎŞKENCE HEYE
 
Di raporên rêxistinên mafên mirovan de tê gotin, Abdullahzade di binê çavan de ji bo bi zorê li xwe mikur bê îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a giran lê hatiye kirin. Her wiha hate ragihandin ku di dîmenên kameraya ewlekariyê ya li cihê bûyerê de ku kuştina endamê Besîcê nîşan dide, Abdullahzade li qadê nîne.
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.