Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam in

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî agirbesta bi Îranê re jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê di tevahiya şevê de berdewam kirin. Di êrişan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

 
Di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ji bo 2 hefteyan agirbest hate ragihandin. Tevî agirbestê jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê didomin. Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi Erebî diaxive albay Avichay Adraee li ser hesabê medya dijîtal peyamek da û got: “Li Lubnanê şer dewam dike. Agirbest ji bo Lubnanê derbas nabe." Adraee careke din bang li gel kir ku ji herêma li başûrê Çemê Zahrani biçe, ku nêzî 40 kîlometreyî ji bakurê sînorê Îsraîlê derbas dibe.
 
Li aliyê din, ajansa Reutersê li gorî sê çavkaniyên nêzî Hîzbullahê ragihand ku Hîzbullahê di çarçoveya agirbesta navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de êrişên xwe rawestandiye. Ji sibehê saet di 01:00 û vir ve Hîzbullahê li ser bakurê Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê yên li nava xaka Lubnanê ti êriş nekir. Li bakurê Îsraîlê jî sîrenên alarmê lê nexist.
 
Li gorî çavkaniyên navborî, tê payin ku Hîzbullah têkildarî helwesta xwe ya li ser agirbestê belavokekê biweşîne.
 
Îsraîlê nîvê şevê jî êrişên xwe dewam kir. Li Başûrê Lubnanê di êrişa li Seydayê de 8 kes mirin, zêdeyî 20 kes birîndar bûn.
 
Ji 2'yê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de zêdeyî hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.