Di 24 saetan de li Îran û Rojhilat 36 kes hatin kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora HRANA’yê; di nava 24 saetan di encama êrişên li dijî Îran û rojhilatê Kurdistanê de 36 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne. 
 
Di roja 40’emîn a êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê de ji bo du hefteyan agirbest hate ragihandin. Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ji ber şerê navbera Îsraîl-DYA û Îranê, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 36 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî HRANA’yê; di nava 24 saetên bihurî de li 16 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê, 425 êriş pêk hatin. Tê gotin di van êrişan de baregehên leşkerî, baregehên Muhafizên Şoreşê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û binesaziya Îranê bûne hedef.
 
Li gorî heman raporê, di encama van êrişan de 36 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 48 jî birîndar bûn. Hate gotin ku herî zêde êriş li ser parêzgeha Elburz, Xuzistan, Îsfehan, Qezwîn û Qumê çêbûne.
 
Li gorî heman çavkaniyê, ji roja şer destpêkirî heya duh, (7 Nîsan) hezar û 710 welatî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ji vê hejmarê 254 jê zarokên di bin temenê 18 salî de ne.