HRANA: Di 24 saetan de li Îranê 6 sivîl hatin kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê di rapora xwe ya dawî de ragihand ku di nava 24 saetan de li Îran û rojhilatê Kurdistanê 15 baregeh hedef hatine girtin û 6 sivîl jî hatine kuştin. 
 
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), der barê bûyerên di nava 24 saetên dawî de qewimîne raporek belav kir. Li gorî raporê; di nava 24 saetên borî de li 11 parêzgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê 168 êriş pêk hatine. Hate gotin ku di êrişan de 15 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, depoyên neftê û  binesaziya atomî ya Îranê bûne hedef.
 
6 WELATIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Li gorî heman çavkaniyê di encama van êrişan de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, welatiyek jî birîndar bûye. Di raporê de hate destnîşankirin ku di nava 24 saetên borî de, balafirên şer yên DYA û Îsraîlê, herî zêde êrişî parêzgehên Îsfehan, Xuzistan, Tehran, Buşehir, Faris û Hurmizganê kirine.
 
GELEK CIH HEDEF HATIN GIRTIN 
 
Li gorî heman raporê, di encama êrişên hewayî de saziyên xizmetguzariyê, cihên niştecihbûna welatiyan bûne hedef, herwiha baregehên pasdaran, baregehên deryayî, pîşesazî, navendên leşkerî, baregehên hêzên hewayî yên li Şîraz, balafirxaneya navnetewî ya li Ehwaz, dibistana amadeyî ya kuran ya li Îsfehan, saziya protokimya ya Karwan ya li bendera Mahşehîr ya li Xuzistanê, benzînxaneyek li bendera Kung ya li sînorê Hurmizgan û rêveberiya rêyan hatine hedef girtin.
 
Li gorî HRANA’yê;  ji destpêka şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê heya duh bi giştî hezar û 616 welatî hatine kuştin. Tê gotin ku ji van welatiyan 244 jê zarok in.