Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê û rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê li 11 bajaran herî kêm 79 caran êriş hatin kirin, 15 navendên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, navendên Besîcê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên petrolê û navendên enerjiya nukleerê hatin bombekirin.
 
HRANA'yê diyar kir ku di encama van êrişan de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 105 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî heman çavkaniyê, ji 28'ê Sibatê dema destpêkirina şer û vir ve 207 jê zarok hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
 
Nûçeyên Têkildar
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.

Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne
Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne

Birayê Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî diyar kir ku xetere li ser rewşa tenduristiyê ya xwişka wî heye û got: “Bi alîkariya cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne.”

Rejîma Îranê ciwanekî Kurd darve kir
Rejîma Îranê ciwanekî Kurd darve kir

Rejîma Îranê, ciwanê Kurd ê bi navê Mehrab Abdullahzade darve kir.