Şer di roja 10’an de didome: Deverên leşkerî yên li Rojhilat hatin bombebarankirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên DYA-Îsraîl û Îranê yên li dijî hev di roja 10’an de didomin. Deverên leşkerî yên Rojhilat bi dijwarî hatin bombebarankirin. 

 
Êrişên di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de di roja 10’an de didomin. Heyva Sor a Îranê ragihand ku heta niha zêdetirî 6 hezar yekeyên sivîlan ji hêla DYA û Îsraîlê ve hedef hatine girtin. Nûnerê Daîmî yê NY’yê yê Îranê ragihand ku di êrişên heta niha de 300 jê zarok bi giştî hezar û 332 sivîl hatine kuştin. Îsraîl a ku êrişên xwe yên li dijî Tehranê didomîne, êrişên li dijî başûrê Beyrûd a Lubnanê jî zêde kir. Lubnanê ragihand ku di êrişên heta niha de zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
LÎDERÊ OLÎ YÊ NÛ HATE HILBIJARTIN
 
Di roja 10’an a êrişan de Îranê li şûna rêberê olî Alî Xamaney, kurê wî Mucteba Xamaney weke rêberê olî hilbijart. Muhafizên Şoreşa Îranê, soza dilsoziya xwe bi Mucteba Xamaney re ragihand. Artêşa Îsraîlê, îdia kir ku Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hatemûl Enbiyayê ku girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşê ye Ebû Qasim Babaiyan, di êrişa li dijî Tehranê de hatiye kuştin. Her wiha hate ragihandin ku di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarê Sûrê yê li başûrê Lubnanê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAREGEHÊN DYA’YÊ
 
Fermandariya Navendî ya DYA’yê CENTCOM’ê, da zanîn ku di encama êrişa Îranê ya li dijî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Erebistana Siûdî de leşkerekê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest daye. Ev bû leşkerê 7’emîn ku di êrişên Îranê de dimire. 
 
Berdevkê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê, diyar kir ku heke êrişên li dijî tesîsên enerjiyê bidomin, dê li dijî Rojhilata Navîn heman êrişên xwe bidomînin. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin, da zanîn ku artêşa Îsraîlê heta niha li dijî 3 hezar û 400 hedefan êriş pêk aniye. 
 
TRUMP: EZ Ê BIRYARÊ BIDIM KA DÊ ŞER KENGÎ BI DAWÎ BIBE 
 
Serokê DYA’yê Donald Trump, ragihand ku ew û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dê bi hev re “biryara hevpar” bidin ka dê şer kengî bi dawî bibe. Trump, ji Îranê xwest ku “bêşert û merc teslîm bibe.” Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan jî ev daxwaz red kir û got ew ji bo şerekî dirêj amade ne. 
 
ROJHILAT
 
Hêzên hewayî yên Îsraîl û DYA’yê, li dijî baregeh û navendên lojîstîkî yên Muhafizên Şoreşa Îranê hedef girtin. Bi taybet jî Kirmaşan bi dijwarî hedef hate girtin. Her wiha qişle û qereqolên sînor ên li Sine, Bane û Seqizê jî li ser hev hedef hatin girtin. Baregeh, yekîneyên emniyetê û avahiyên hikûmetê yên li bajarên Îlam, Sine û Ûrmiyeyê jî di tevahiya şevê de hatin bombebarankirin.      
 
Nûçeyên Têkildar
Trump: Naxwazim agirbestê bikim
Trump: Naxwazim agirbestê bikim

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”

Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin
Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin

Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin.

Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn
Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn

Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”

Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin
Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin

Tabûra Heşdî Şebî ya li navçeya Dubizê ya Kerkûkê hate bombebarankirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya DYA’yê bi dron û moşekan hedef hate girtin.

Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin
Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin

Li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê êriş hate kirin.