NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, diyar kir ku tev li bûna tifaqê ya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê dê yekitî û hevgirtina hêzên siyasî ya Rojhilat xurtir bike.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî tevlibûna nava tifaqê ya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev biryar weke geşedaneke girîng hate nirxandin û wiha hate gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku ev gaveke girîng e û di vê qonaxê de dê ji bo yekitî û hevgirtina hêzên siyasî ya Rojhilat sûdewer be.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê di erêkirina tifaqê de roleke mezin lîstiye û wiha hate gotin: “Roleke me ya mezin li ser xal û noqteyên platforma erêkirî ya tifaqê heye û em piştrast dikin ku bi xebatên qadê û ji bo domandina armancên tifqê dê bi peywireke bandor rabin. Hêz, di yekitî û piştevaniya me de ye û bêguman dê ev yekitî û tifaq, me hîn bêhtir nêzî hedefên me bike.”
ÇI BÛBÛ?
5 partiyên li rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî dimeşînin civiya bûn û di 22’yê Sibatê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ava kir. Tifaq, ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demkokrat a Kurdistan-Îranê (PDKÎ), Rêxistina Xebatê ya Kurdistanê-Îranê û Komala Kedkarên Kurdistanê pêk tê.
Sekreterê Giştî yê Partiya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê Abdullah Mohtadî, di 4’ê Adarê de li ser platforma dijîtal X’ê ragihandibû ku dê tev li tifaqê bibin.