NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, ragihand ku artêşê destûr daye ku li Lubnanê hinek noqteyên stratejîk bi dest bixe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, ragihand ku artêşê destûr daye ku li Lubnanê hinek noqteyên stratejîk bi dest bixe. Katz, diyar kir ku tevî Serokwekzîr Binyamin Netanyahu ev biryar dane û armanca ji vê biryarê ew e ku pêşiya êrişên ser bakurê sînorê Îsraîlê bigirin.
Katz, wiha got: “Min û Serokwezîr Benyamin Netanyahu, ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser jîngehên îsraîlê yên li herêma sînorê Lubnanê, destûr da ku artêşa Îsraîlê hinek cihên stratejîk ên li ser herêmên sînorê Lubnanê bi dest bixe.”
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku Tumena 91’ê ya ji eniya bakur berpirsyar, li hin cihên stratejîk ên Lubnanê bicih bûye. Berdevkiya artêşa îdia kir ku “ev ne operasyoneke bejahî ye” û ji bo parastina sivîlên ser xeta sînor, taktîkek e.
Îsraîl, ji agirbesta Mijdara 2024’an heta niha li ser xaka Lubnanê li 5 noqteyên stratejîk bicih bûbû. Hat ragihandin ku piştî yekîneyên Îsraîlê pêş ketin, artêşa Lubnanê xwe ji hinek jîngehên li herêma Bint Cubeylê vekişand.
ÊRIŞÊN ALIYAN
Artêşa Îsraîlê ji roja duşemê heta niha zêdetirî 70 êrişên hewayî li dijî seranserî Lubnanê kir. Navenda televîzyona El-Manarê ya Hîzbûllahê ku li başûrê Beyrûdê ye jî hedef hate girtin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişan de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa deryayî ya Îsraîlê ragihand ku di roja duşemê de li herêma Beyrûdê êrişek pêk aniye û îdia kir ku di êrişê de berpirsyarê çekdarbûnê yê Hîzbûllahê û sefermandarê baskê Hêza Qudsê yê Lubnanê yê Îranê Reza Huza hatiye kuştin. Her wiha Îsraîlê îdia kir ku lîderê Cîhada Îslamî yê li Lubnanê jî hatiye kuştin.
Li gorî medyaya Lubnanê, bombebarana Îsarîlê ji sibeha sêşemê heta niha didome.
Hîzbullahê jî ragihand ku li dijî Îsraîlê gelek êriş pêk aniye. Hin çavkaniyên ji Qibrisê ragihand ku namzetê rêxistinê jî hedef hatiye girtin. Rageşiya li herêmê bi êrişên her du aliyan didomin.