NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Tuggeneral Îbrahîm Cebbarî, got ku wan Tengava Hurmuzê demkî girtine û dê êrişî keştiyên dixwazin derbas bibin bikin.
Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Tuggeneral Îbrahîm Cebbarî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got ku li dijî êrişên DYA-Îsraîlê, ew ê destûr nedin tu keştî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Cebbarî, got: “Tengava Hurmuzê hate girtin. Em ê êrişî keştiyên dixwazin derbas bibin bikin û bişewitînin. Neyên vê herêmê. Bihayê petrolê gihişt 82 dolaran û dinya li bendê ye ku teqez ev biha derkeve 200 dolaran. Em ê êrişî xetên boruyê yên petrolê bikin. Em ê destûrê nedin tenê yek fira petrolê derbas bibe.”