Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e

img
DÊRSIM - Newala Înê ya li Mazgêrtê ku wekî qada arkeolojîk hatiye qebûlkirin, di hedefa nêçirvanan de ye. Welatiyan xwestin ku li dijî nêçîrvanên ku hem ajalên kûvî dikujin û hem jî gef li jiyana wan dixwin, tavilê tevbîr bên girtin.
 
Li gundên navçeya Mazgêrtê ya Dêrsimê, xebatên nêçirvaniyê yên di hefteyên dawî de zêde bûne, gefê li xwezayê dixwin. Li Newala Înê ya ku dikeve sînorê gundên Koterîç, Sorek û Dirbanê û di nexşeya nêçîrê ya 2025-2026'an a Wezareta Çandinî û Daristanê de wekî "Qada Nêçîrê ya Dewletê" cih digire, nêçîreke bêkontrol tê kirin.
 
Newala ku di nav sînorên her sê gundan de ye, ji ber hebûna gorên zinaran û cihên kevnare, di sala 2011’an de ji aliyê Lijneya Herêmî ya Parastina Mîrateya Çandî ya Erziromê wekî qada ekolojîk a pileya yekemîn hatibû tescîlkirin. Lêbelê bi destpêkirina “demsala nêçirê” re, nêçirvanên ji bajarên derdorê tên, ajalên kûvî yên herêmê qetil dikin. Şêniyên gundê Sorekê diyar kirin ku ji ber dengê çekan nikarin rakevin û ev rewş hemû ekosîstemê xera dike. Şêniyên gund xwestin ku ev rewş tavilê bidawî be. 
 
KAMPANYAYA ÎMZEYAN HAT DESTPÊKIRIN
 
Gundiyan li dijî "nêçirvaniyê" li herêmên xwe qedexe îlan kirin û kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Heta niha 200 îmze hatin berhevkirin û dê bi rêya parêzeran radestî Wezareta Çandinî û Daristanê bê kirin.
 
'NÊÇIRVAN GEFÊ LI GUNDIYAN DIXWIN'
 
Ayhan Karayol ê ji gundê Sorekê destnîşan kir ku nêçirvan bi komên qelebalix tên û ev tişt got: "Gundiyên ku li ber wan radibin, ji aliyê nêçirvanan ve gef li wan tê xwarin û heqaret li wan tê kirin. Qereqol guh nade me. Dema em ji wan re dibêjin 'nêçirê nekin', bi helwesteke wekî 'hûn kî ne?' bersiv didin. Lewra kontrol tune Mafê wan ê nêçîra 2 ajalan hebe jî ew 10 heban dikujin."
 
 
'EZ LEŞKER IM'
 
Karayol destnîşan kir ku li gundên Karatepe û Kizilkale jî heman rewş heye û wiha pê de çû: "Hinek dibêjin 'ez leşker im', hinek dibêjin 'ez tîmê taybet im'. Tu leşker jî bî, çima xwezayê qetil dikî? Sala borî me serê pezkûviyek dît, me xeber da qereqolê lê tiştek nehat kirin."
 
'MAFÊ WAN Ê JIYÎNÊ HEYE'
 
Riza Eyupoglû jî diyar kir ku ew bi dengê çekan şiyar dibin û got: "Em ji vê yekê aciz dibin. Mafê jiyînê yê her zindiyî heye. Nêçirvan ji bajarên din tên nêçîrê dikin. Kewek salê hezar qijnikî dixwe. Havînan qimil nava genim tije dibib eger kew tunebe, qimil zirarê didin genim. Gundiyan me nêçir li nav xwe qedexe kiriye. Kew jî, xezal jî xwedî mafê jiyanê ne."
 
Furkan Aslan, destnîşan kir ku ew ji vê rewşê aciz in û got: "Pezkûvî tên qetilkirin. Em naxwazin nêçîrvan werin vir çivîk û xweza me qetil bikin."
 
'MAL JÎ BÛN HEDEFA NÊÇÎRVANAN'
 
Îsaf Çelîk diyar kir ku mala wê bûye hedefa guleyan û nikare derkeve derve, got: "Dîwarên mala min tijî şopên fîşekan e. Ger li me biketa dê çi bibûya? Bi şev jî wisa ye. Dema ez nerazîbûnê nîşan didim dibêjin 'here qereqolê', qereqol jî dibêje 'Rûxsata wan heye'. Heta dîkê min jî kuştin."
 
BANGA LI RAYEDARAN
 
Cafer Yurtsever jî bal kişand ku xwezaya wan tê tunekirin û got: "Em li dijî nêçîrvaniyê e, xweza me qetil dikin. Ev der qada çandiniyê ye, ne qada nêçirê ye. Salana 7 hezar donim erd tê çandin. Miduriyeta çandiniyê ya bajêr û navçeyê erka xwe pêk nayîne. Em rayedaran vedixwînin wezîfeyê."
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl