‘Bi ruhê Rojava em beşdarî mitîngê bibin’

Parve bike:

AMED - Berdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan bang li ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tevlî mitînga "Hêvî û Azadiyê" bibin û got: “Bi ruhê Rojava em beşdarî mitîngê bibin.”

Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 25’ê Çileyê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê mitînga "Hêvî û Azadiyê" li dar bixe. Hevberdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rezan Kaganarslan têkildarî mitîngê axivî û bang li ciwanan kir ku bi ruhê berxwedana Rojava beşdarî mitîngê bibin.
 
MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK  
 
Kaganarslan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tenê şexsekî temsîl nake, lê hêviya gelekî û erdnîgariyekê ye û ev tişt got: “Dema em qala navekî wiha dikin, azadiya wî û mercên wî yên xebatê yên azad xwedî wateyekî siyasî ya pir kûr e. Girava Îmraliyê ji roja ku hatiye avakirin ve xwedî girîngiyeke polîtîk e. Rêzdar Ocalan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku afirandiye, îro li Rojhilata Navîn û li cîhanê rêberek û aktorekî polîtîk ê naskirî ye.”
 
DI NAVA 12 METREKAREYÎ DE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ  
 
Kaganarslan bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de û wiha û pê de çû: “Ji aliyê şandeya dewletê û Devlet Bahçelî ve wekî 'muzakerevanê sereke' tê qebûlkirin û bang hate kirin ku were Meclîsê, divê şertên xebatê yên azad bên verastkirin. Rêzdar Ocalan di hucreyekî 12 metrekareyî de dikare hawirdorekî wiha ya aştiyê ava bike, heke mercên xebatê yên azad bên avakirin, bandora vê yekê dê bê sînor be.”
 
DAXWAZA AZADIYÊ 
 
Kaganarslan anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê bibe çavkaniya motîvasyonekî xurt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna ku rêzdar Ocalan di ciwantiya xwe de dabû destpêkirin, îro bi beşdariya ciwanan berdewam dike. Azadiya wî, dê bibe azadiya hemû kesên ku ji wî hêvî werdigire. Ev yek ji bo ciwanan jî motîvasyonekî xurt e. Hevdîtina rû bi rû bi rêberê gelekî re yê ku em pirtûkên wî dixwînin û dengê wî dibîsin, dê bibe hêzeke mezin. Em hemû ciwanan di 25’ê Çileyê de ji bo azadiya rêzdar Ocalan vedixwînin Meydana Îstasyonê.”
 
BI RUHÊ ROJAVA BEŞDAR BIBIN 
 
Kaganarslan diyar kir ku ciwan li dijî êrişên li ser Rojava di berxwedanê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên ciwanan ên mitîngê berdewam dikin. Ciwan ji bo parastina destkeftiyên Rojava li qadan li ber xwe didin. Ciwanên ku ji bo Rojava diherikin qadan, bêguman ji bo azadiya rêzdar Ocalan jî dê li qada mitîngê bin. Em ê berxwedana Rojava bibin qada mitîngê. Werin em bi ruhê Rojava ber bi qadê ve biherikin.”
 
 MA / Fethî Balaman