Li Êlihê çalakiyên ciwanan didomin 2026-01-22 00:55:39       ÊLIH - Li Êlihê, ciwanan li gelek taxan li dijî êrişên li ser Rojavayê çalakiyên protestoyê li dar xistin.   Çalakiyên ku ji hêla ciwanan ve li Êlihê li dijî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê hatin destpêkirin, di roja 15'emîn de didomin. Ciwan li taxên navendî yên Îpragaz, Baglar û Hîlalê daketin kolanan, lastîk şewitandin û fîşekên hewayî teqandin. Tevî hewaya sar jî, ciwanan çalakiyên xwe berdewam kirin û peyama ku heya êrişên li ser Rojavayê berdewam bikin ew ê çalakiyên xwe bidomînin dan.   Di dema çalakiyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.