PM’a DEM Partiyê civiya

Parve bike:

ENQERE - PM’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya. 

 
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari civiya. Civîn, li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin. Hat zanîn ku geşedanên siyasî û civakî yên di sala 2025’an de dê bi awayekî berfireh bên nirxandin. Her wiha pêvajoya li Tirkiyeyê, geşedanên li Sûriye, Îran û Rojhilata Navîn jî dê bên nirxandin. 
 
Tê payin ku ji bo xebatên siyasî, rêxistinî û civakî yên DEM Partiyê dê serenavên sereke bên diyarkirin û plansaziyeke giştî were amadekirin.