‘Ji bo rawestandina êrişan divê hemû alî bang bikin’

Parve bike:

ÎZMÎR - Hevberdevkê YSP’ê Ahmet Asena êrişên komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê şermezar kir û diyar kir ku ji bo rawestandina êrişan divê hemû aliyen muxalefetê bang bikin.

 
Êrişên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê yên Helebê berdewam dikin. Hêzên asayîşê yên li taxan, li dijî van êrişên ku di 6’ê Çileyê de dest pê kirine, berxwedanekî mezin nîşan didin. Di van êrişên ku di bin kontrola Tirkiyeyê de û bi çekên giran li ser taxên di bin dorpêçê de tên kirin, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Ji gelek derdoran bangên ji bo rawestandina êrişan tên kirin.
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk destnîşan kirin divê ev êriş tavilê bên rawestandin.
 
‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BANG BIKIN’
 
Ahmet Asena diyar kir ku derxistina gelê herêmê ji warê wan ne mirovî û ne jî hiqûqî ye û êrişên li ser taxên Helebê nayên qebûlkirin. Asena anî ziman ku parastina qadên jiyanê mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e û ev tişt got: “Hesabên welatên herêmê li vir derdikevin pêş. Desthilatdariyek ku ji revandina Maduro re dibêje rêbirî, nabe ku li welatekî din alîgirên xwe bide êrişkirin. Divê em piştgiriyê bidin gelê wir. Li Sûriyeyê her kes dixwaze avahiyek li gorî dilê xwe ava bibe, lê ev ne rast e. Divê jiyanek li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê bê avakirin. Kurd, Durzî û Elewî li Sûriyeyê avahiyên xweser dixwazin. Ne Tirkiye û ne jî DYA nikarin biryarê bidin ka dê Sûriye çawa bibe. Divê her kes dev ji van planên emperyalîst berde. Ev êriş, li dijî jiyana hevpar a gelan in. Ji dema Osmaniyan ve dixwazin gelan berdin hev da ku bi rehetî birêve bibin. Divê hemû muxalefeta li Tirkiyeyê dengê xwe li dijî van êrişan bilind bike.”
 
‘EM ÊRIŞAN BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Hakan Ozturk diyar kir ku dema ku behsa aştiyê tê kirin de ev êriş nayên qebûlkirin û wiha got: “Di nav hawirdoreke bi vî rengî de, em behsa êrişên li ser taxên Kurd û Suryanan dikin. Êrişên bi vî rengî li dijî Elewî û Durziyan jî pêk hatin. Heke li wir pergalekî nû tê avakirin, çima hêzên li wir êrişî gel dikin? Divê em li hemberî vê yekê hişyar bin û vê di raya giştî ya Tirkiyeyê de bidin nîqaşkirin. Ger em hestiyariyên gelê Kurd raçav nekin, em ê çawa bi hev re bijîn? Divê em li dijî her cure zilmê helwestekî hevpar nîşan bidin. Em vê rewşê bi tundî şeramezar dikin. Divê em rêya rast nîşanî desthilatê bidin. Rêzdar Ocalan di vê mijarê de helwestek diyar kir, helwesta PKK’ê diyar bû. Em li ser van bingehan dimeşin. Çima em ê jê vegerin? Divê hemû alî li gorî zimanê pêvajoyê biaxivin.”
 
‘DIVÊ MUZAKERE BIGEHIJIN ENCAMÊ’
 
Ozturk di dawiya axaftina xwe de got: “Gelên li Sûriyeyê bi salan e daxwaza mafên xwe dikin û divê ev daxwaz bên dîtin. Pirsgirêka sereke ya Sûriyeyê ev e. Divê rêveberiya Sûriyeyê vê yekê qebûl bike. Divê em ji her kesî re vebêjin ku gel aştiyê dixwaze. Pêwîst e aştî bê Sûriyeyê. Aliyê Kurd alîgirê muzakereyê ye û divê ev muzakere bigihêjin encamekî.”
 
MA / Ugurcan Boztaş