ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bertek nîşanî êrişên ser Helebê da û got: “Her guleya tê avêtin li pêşeroja Sûriyeyê tê xistin. Divê hemû kes li cem pêşeroja Sûriyeyê cih bigire.”
Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Serokwekîlên DEM Partiyê re tekildarî êrişên Hikûmeta Demkî ya Şamê yên li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk tîne li ber Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî da. Parlamenterên tev li daxuyaniyê bûn dovîzên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrişan de ye, di muzakereyê de ye” hilgirtin. Di daxuyaniyê de Sezaî Temelî axivî û bi lêv kir ku ew li dijî êrişan bihêrsin û got: “Gelên Rojhilata Navîn careke din ji komkujiyê re rû bi rû ne. Heta niha di êrişên taxên Helebê de 10 welatiyan jiyana xwe ji dest da.”
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DA
Di berdewama axaftina xwe de Temellî bal kişand ser bêdengiya qada navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Hûn li benda çi ne? Li dijî welatiyan sivîl komkujiyek pek te. Ew êriş ber bi qirkirinê ve diçe. Li dijî vî sûcî mirovan divê hemû kes bi berpirsyarî rabe û dengê xwe bilind bike. Gelên Rojhilata Navîn di bin xetereya hişmendiya DAIŞ’ê de ne. Di dimenên duh de jî xuya kir ku DAIŞ careke din li qadan e. Li dijî vê yekê di serî de Tirkiye û em bang li hemû dewletan dikin ku berpirsyarî bigirin û van êrişan rawestînin. Hezên koalîsyonê divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke ew bêdengî berdewam bike, kuştina welatiyan dê berdewam bike. Ew berpiryariya mirovî ye.”
PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR KIR
Temellî, destnîşan kir ku bi rêya medyayê komkujî tên reva kirin û got: “Dibêjin li wir HSD heye û li dijî vê yekê êriş dibin. Dibêjin li wir dewletek heye û divê hemû tişt di bin banê wê dewletê de be. Ew hişmendiya yekperest bi destê DAIŞ’ê careke din rû dide. Li Helebê HSD tune ye. Li gor hevpeymanê tenê hezên ewlehiyê hene. Hezên ewlehiyê li dijî van êrişên hovanê gel diparêzin. Lê tevî hikûmeta Şamê li gorî peymanê tevnagere jî, Wezîrê Karên Dervê û Wezîrê Parastinê yên Tirkiyeyê li dijî HSD’ê gefan dixwin. Ew yek nayê qebûlkirin û divê dawî li vê yekê bînin. Divê Tirkiye rolekî erênî bilîze û siyaseta ku mafên gelên Sûriyê biparêze pêş bixînê. Politikaya dervê ya Tirkiye têk çûye. Lê tevî vê jî israr dike. Şûna ku dev jî van polîtîkayan berdin bi daxuyaniyan piştgiriya wan çeteyan dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em vê hişmendiyê şermezar dikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku berpirsyariyê bigirin. Her wiha raya giştî, baro, sazî û sendîkayan jî dikin ku li dijî vî sûcê li dij mirovî bêdeng neminin.”
‘EM BI QIRKIRINEKÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Piştrê jî Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û anî ziman ku ew bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li dijî welatiyên sivîl şermezar dikin. Ew êriş, jin, zarok û kal û pîran hedef digirin. Ew çete ji bo êrişên xwe reva bikin jî dibêjin HSDê li wir e. Lê derew e. Hemû kes dizane ku HSD ne li wir e. Ya ku hevpeymanê binpê dike û diyalogê red dike hikûmeta Şamê ye. Bi derewan dibêjin Kurdan bi Îsraîlê re li hev kiriyê. Lê ya ku bi Îsraîlê re hevpeymanan çêdike û xaka Sûriyê pêşkeşî Îsraîlê dike hikûmeta Şamê ye. Lê bi zanebûn derewan dikin. Armanc ew ê ku qirkirina Kurdan rewa bikin û mafên Kurdan tune bihesibînin. Ya ku gelên Sûriyê qir dike û destdirêjayiyê dike kî ne? Yên hesabên van komkujiyan nakin niha li dijî Kurdan êriş dane destpêkirin. Em jî li vir dibêjin; Kurd gelên li wir rastî komkujiyê tên bi tenê nînin. Li dijî van derewan em ê piştgiriya têkoşîna gelên Sûriyeyê bikin.”
BANGA ‘BÊDENG NEMÎNIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, hevkariya Tirkiye û komên çekdar ên êrişî taxan dikin jî rexne kir û wiha pê dê çû: “Ya ku dikeve li ser milê Tirkiye ne ew ê ku piştgiriya van çeteyan bike. Ya ku dikevê li ser milê Tirkiyeyê ew ê ku bibînê ha li wir êrişî Kurdan hatiyê kirin ha li vir êrişî welatiyan hatiyê kirin. Her guleyên li Şexmeqsûd û Eşrefiyê gel dixin di heman demê de me jî dixin. Heke Tirkiye dixwazê li Sûriyê tiştek erênî bike di serî de divê rê li ber van êrişan bigirê. Heke ew êriş belavî tevahî Sûriyê bibin dê xetereyên mezin vebikin. Ji bo wê jî divê pêşî be girtin. Weke DEM Partî bendewariya me li Tirkiyeyê ew e. Em li vir bang li saziyên navneteweyî û demokratan dikin ku bêdeng nemînin. Guleya li Kurdan tê barandin di heman demê de ji aştiyê tê barandin. Werin em bi hev re bikevin pêşiya van guleyan. Em bi hev re aştiya Sûriyê pêk bînin. Divê tu kes li dijî van êrişan bêdeng nemîne. Em bang li hemû kesan dikin. Ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nebe Xezaya Sûriyê divê hemû kes niha dengê xwe derxîne. Sibe dê dereng bibe. Ew deynê mirovahiyê ye. Dîrok bêdengiyê ji bîr nake. Gelê me jî ji bîr nake.”